7 meh in nikare kirê bide: Ez beramberê keda xwe nagirim 2022-05-02 09:08:27   Şîrîn Çinar   DÊRSÎM - Saniye Îldenîz a bi şifaya kevneşopî û xurekên ard debara xwe dike diyar kir ku 7 meh in nikare kirê bide û got: “Li aliyê din jî krîza aborîyê heye. Em beramberê keda xwe nagirin. Çareseriyek şert e.”   Li Tirkiyeyê ji ber krîza aborîyê pirsgirêkên debarê her diçin mezin dibin û ji ber zema li fatureyên av, ceyran û gazê tên kirin welatî nikarin debara xwe bikin. Li Dêrsîmê esnafa bi navê Saniye Îldenîz bi şifakariya kevneşopî û çêkirina xurekên ard debara xwe dike. Saniyeyê da zanîn ku ji zarokatiya xwe de dest bi hilberînê kiriye û got: “Ez her karî dikim. Nexş û dirûnê dikim. Her tim li mala xwe hildiberînim. Havînan li xwezayê hilberînê dikim. Niha ez bi şifakariya xwezayî re mijûl dibim. Ez nebatên herêma me kom dikim. Em konserveyan çêdikin. Em nebatan kom dikin hişk dikin. Ji bo gelek nexweşiyan baş e. Ez sîrkeyê çêdikim. Dîsa ez nan çêdikim.”   Li navçeyan yek bi yek digere   Saniyeyê bi lêv kir ku ji bo nebatên endemîk nas bike navçe bi navçe digere û got: “Ji nebatan xwarinên cur bi cur jî çêdibin. Em bi nebatên şifa debara xwe jî dikin. Ez ji mezinê xwe fêr bûm. Ji bo vê dema xwe piranî li gund derbas dikim.”   ‘Beramberê keda xwe nagirim’   Saniyeyê da zanîn ku bi qezenca ji karê hevîr girtiye dixwaze atolyeya şifayê mezin bike û wiha anî ziman: “Roj bi roj krîz giran dibe. Her roj ji bo tup zem tê kirin. Em her tim nan çêdikin û ji ber vê tup herî zêde 5 rojan li berxwe dide. Berê evqas ne zehmet bû. Lê niha her tişt biha bûye. Çewalek ard pir biha bûye. Em beramberê keda xwe nagirin. Mînak 7 meh in nikarim kirê bidim. Ji bo krîza aborîyê bê çareserkirin divê mirov teşwîqê hilberînê bên kirin. Divê mirov di mijara hilberînê de bên perwerdekirin. Civakên ne hilberîner bi xizaniyê re tên rû hev. Divê jin li ser piyên xwe bisekinin. Bila qezenca xwe bixwe bi dest bixin û  li destê hevjînan nenêrin.”