Li Enqerê xwepêşandana qeyranê: Hikûmet îstîfa 2021-11-28 16:40:29   ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê, xwestin li dijî qeyrana aborî daxuyaniyek bidin lê bi astengiya polîsan re rûbirû man. Lêdan xwarin û hatin binçavkirin. Nûçegihana me Oznur Deger jî dema çalakî dişopand ji aliyê polîsan ve lêdan xwar û hat binçavkirin.    Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê têkildarî krîza aborî xwestin li ber Şaredariya Çankayayê daxuyaniyeke çapemeniyê bidin. Polîsan beriya çalakiyê pêşiya Şaredariya Çankayayê girtin, destûr nedan kes nêzî qadê bibin. Polîsên ku nehiştin rojnameger jî bikevin qadê, pêşî li rawestgeha EGO'yê xwestin êrîşî 6 kesan bikin.   Polîsên ku 6 kesên xwestin biçin qada çalakiyê dorpêç kirin, li xwepêşander xistin û binçav kirin. Kesên ku xwestin li wesayîta binçavkirinê siwar bikin dirûşma "Hikûmet îstifa" berz kirin. Polîsan jî li hin xwepêşanderan dan û li erdê kaş kirin. Polîsan êriş bir ser rojnamegerên ku dixwestin wêneyên çalakiyê bikşînin. Kesekî ku bi çepikan binçavkirinan şermezar dikir di bin îşkenceyê de hat binçavkirin.   Nûçegihanê me hat binçavkirin   Nûçegîhana me ya Enqereyê Oznur Deger ji aliyê bi dehan polîsan ve hat dorpêçkirin, hat kelepçekirin û bi lêdanê hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de kameraya Oznurê jî hat desteserkirin.   Di çalakiyê 17 kes hatin binçav kirin. Nehat zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine li ku derê.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: "Oznûr Deger, Denîz Gundogdu, Songul Dogan, Zarîfe Çamalan, Vedat Karahan, Huseyîn Gokoglu, Mustafa Feroglû, Hasan Akman."