‘Ji bilî têkoşînê riyek din tune’ 2021-11-28 09:06:26   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji Pîrebokên Kampusê Zîlan Kubat da zanîn ku ji ber krîza aborî xwendekar nikarin de debara xwe bikin û herî zêde xwendekarên jin bi bandor dibin ji bilî têkoşînê riyek din tune ye.   Ji ber krîza aborî yên herî zêde bi bandor bûne xwendekarên zanîngehê ne û di alî starbûn û debarê de pirsgirêkên mezin dijÎn. Ji Pîrebokên Kampusê Zîlan Kubat ya zanîngeha Bakirçay, da zanîn ku ev rewş herî zêde bandorê li ser xwendekarên jin dike û ji bilî têkoşînê riyek din tune ye.   ZÎlanê da zanîn ku di pêvajoya pandemiyê de xwendekar çûne mala xwe û piştî rewşa normal vegeriyane dibistanan lê kirê derketine du katî û wiha got: “Yurdên KYK’ê jî kapasîteya wan kême.  Me çalakiya ‘Cihê me tune’ ji ber vê da destpêkirin. Ji ber fikara pêşerojê xwendekar nikarin li ser dersên xwe bisekinin. Serokomar dibêje 650 TL têrî çiyê we nake. Ev tê wateya rojê 20 lîra. Rojê bi 20 lîre çûyîna dibistanê û xwarin ne pêkan e. Pergal dibêje pereyê we tunebe nexwînin. Lê zarokên sermayedaran dixwînin. Em nikarin bixwînin û em bi fikar in.”   ‘Herî zêde jin bi bandor dibin’   Zîlanê daxuyakirin ku herî zêde xwendekarên jin bi bandor dibin û sedema vê jî yurd li derveyê bajar tên çêkirin, saetên ketin û têketinê tên kontrolkirin û ev tişt bi lêv kir: “Jin di sêgoşeya malbat, dewlet û yurdê de tengezar bûne. Her wiha êdî tevlî cil û bergên xwendekaran jî dibin. Li Yurda Keçan a Katîp Çelebî Cîhannuma ya Îzmîrê şort hat qedexekirin. Malbat ji bo zarokên mêr zêdetir pere dişînin. Zarokên keç jî ji ber nikarin debara xwe bikin şûnde vedigerin. Jİ ber vê xwendekar dixebitin. Li cihê kar tên tacîzkirin. Yurda keçan li derveyê bajare. Ev jî taciz û tecawizê normal dike. Xwendekarên jin dema diçin yurdê di riyên bêdeng de ji aliyê mêran ve fuhuş li wan tê ferzkirin. Xwendekarên jin bi pêşniyarên ‘qezenckirina pereyê’ rehet dikevin tora fuhuşê.”   ‘Bertek tê nîşandan’   Zîlanê  got heta rewşa wan a aborî wiha bidome wê çalakiya wan bidome û wiha dirêjî dayê: “Li Zanîngeha Demokrasî ya Îzmîrê li dijî zema çayê boykot pêk hat. Li Kampusê bê pere çay hat belavkirin. Rêveberiya dibistanê biha şûnde kişand. Li yurdên Îzmîrê xwendekar ji ber xwarinan jehrî bûn. Xwendekaran bertek nîşan dan.  Ji ber debarê hinek heval vegeriyan malên xwe. Kirê gelek biha bûne. Di xaniyên yek ode de 4-5 kes di şertên nebaş de dijîn. Em nikarin pirtûkên xwe bigirin.”   ‘Ji jinan re qada jiyanê nahêlin’    Zîlanê  berteka xwe wiha anî ziman: “Dewlet derfeta kar nade. Jinên nikarin debara xwe bikin naxwazin vegerin malê. Li aliyê din jî zexta pergalê. Gelek xwendekaran ji ber flortê tên tehdîdkirin hene. Gelek xwendekar tên qetilkirin, tecawizkirin. Mixabin ji jinan re qada jiyanê nayê hiştin. Ji ber yekane riya têkoşîne ye.  Ji bilî têkoşînê riyek din tune ye.”