'Em ji bazarê deyndar vedigerin' 2020-10-24 09:16:35   WAN - Jinên ku li bazara Wanê danûstandinê dikin ji buhabûn û krîza aboriyê bi gazincin û gotin: "Em bi 100 TL'yê tên bazarê lê em deyndar vedigerin malên xwe. Em nikarin daxwazên zarokên xwe pêk bînin û em nikarin karekî bikin. Hikûmet dibêje rewşa aboriyê baş e, heke baş be ev rewş çi ye?"   Li welat krîza aboriyê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Piştî şewba kurewî bêtir krîz kûr bû. Bêkarî û buhabûn malbatan bêzar kir û êdî welatî nikarin debara xwe ya rojane jî bikin. Bazara Duşemê ya ku li taxa Sixkêya Rêya Armûşê ya Wanê jin li gorî debara xwe dixwazin danûstandinê bikin. Jinên ku ji ajansa me re axifin ji buhaya sebzeyan bi gazincin û gotin em bi 100 TL'yê tên lê em deyndar diçin malê xwe.    'Ez nikarin daxwazên zarokên xwe pêk bînim'    Muşerref Çelik, diyar kir ku çend sal beriya niha bi 100 TL'yê dikari her tiştî bistînin lê niha deyndar diçin malê û wiha bi lêv kir: "Niha tiştek nayê stendin. Buhayê zebzeyan gelekî zêde ye. Em li malê 6 kes in û tenê dahateke me heye. 3 zarokên min jî diçin dibistanê. Em çi bikin jî em nikarin debara xwe bikin. Em tiştên herî bi erzan distînin lê ev jî xirab in. Dema ez ji bazarê vedigerim û têm malê zarokên min li pêy min dikevin û tiştan dixwazin. Dema ku ez daxwazên zarokên xwe pêk neynîm ez pir xemgin dibim. Ji bo me goştê sor gelek lukse û em tenê goştê mirîşkan distinin.    ‘Em nikarin debara xwe bikin'    Seher Armali, diyar kir ku bi her awayî pirsgirêkên aboriyê dijîn û wiha axivî: "Em du kes in lê ji ber krîza aboriyê em neçarin ku gelek tiştan nestinin. Em nikarin debara xwe bikin. Lê ez difikirim ku malbatên qelebalîx çi dikin. Ji ber ku her tişt pir buha ye û êdî qimeta pere nemaye. Niha li bazarê her kesek heman tiştî dijî. Em dixwazin krîza aboriyê bê çareserkirin û heqdestên karker û kedkaran bê zêdekirin."    'Ez nikarim tedawiya zarokên xwe bikim'    Rahîme Beyduz dayika 6 zarokan e û wiha behsa rewşa xwe ya aboriyê kir: "Niha min tenê ji bo pitika xwe cilek stend. Min bi 20 TL’yê stend lê ji bo min pir buhaye. Ji ber krîza aboriyê em nakirin debara xwe bikin. Her wiha zarokek min nexweşiya dil pê re heye. Ez ji bo alîkariyê daxwazname didim cihê eleqedar lê bersivek nadin min. 4 zarokên min diçin dibistanê lê li malê kompîtûr û înternet nîne. Mala ku ez lê dijîm jî bi rutubet e û ev tişt jî dibe sedema nexweşiyan."    'Heke rewşa aboriyê baş be çima ev qas kes bêkar in'   Refîka Kurt di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna hejmara bêkariyê û got: "Li welat her roja ku derbas dibe hejmara bêkariyê zêde dibe. Çend hikûmet dibêje rewşa aboriya welat baş e jî lê di rastiya xwe de wisa nîne. Heke rewşa aboriyê baş be çima ev qas kes bêkar in. Min gelek caran serî li ÎŞKUR'ê da lê heta niha bersivek nehatiye dayîn. Ez dora laçikan dinexşînim û difroşim. Ez laçikê bi 12 TL’yê dikirim û bi 25 TL’yê difiroşim. Ji min re tenê 7 TL dimîne. Gelo ez ê çi bikim. Li vî welatî ji bo kesekî/ê piştgirekvanek heye û ev kes tu carî mexdûr nabin."