Kooperatîfa Jinan a Licê Eleqeyek mezin dibîne 2020-10-22 09:08:36   AMED - Kooperatîfa Jinan a Licê ku ji bo gelek jinên kedkar bû qada îstîhdamê, xebatên xwe berdewam dike. Seroka Kooperatîfa Jinan a Lîcê Leylan Karakeçî got berhemên ku çêdikin di destê wan de namînin û kooperatîf eleqeyek mezin dibîne. Her wiha Leylanê diyar kir ku ew ji bo xwe zêdetir bigihînin jinan li benda alîkariyê ne.    Kooperatîfa Jinan a Licê ku di sala 2019’an de ji aliye heft jinên kedkarên malê ve hat vekirin, ji bo gelek jinan bû qada îstihdamê. Di destpêka vekirina kooparatîfê de jinan bi sebzeyên ku hişk kirin, çêkirina salçe û turşiyê, rîçal, ava firingiyan, îsotan û qeliya çêkirin dest bi kar kiribûn. Jinan piştre di qada tekstîlê û berhemên şîr û penîr de jî xebat dan meşandin û îro  berhemên wan ji derveyî welat jî tên xwestin.Seroka Kooperatîfa Jinan a Licê Leylan Karakeçî derbarê karê dikin de agahî dan.    ‘Ji dervê welêt daxwaz zêde ye’   Leylan Karakeçî anî ziman ku piraniya berhemên ku çêdikin dişînin dervê welêt û got: “ Dema ku me nû dest bi xebatê kir em 7 jin bûn. Lê niha  em 25 jin li kooperatîfê dixebitin. Bi rastî jî ev jimar me kêfxweş dike ku me xwe gihandiye ewqas jinan. Helbet divê em hîn bêhtir ji jinan re qada îstîhdamê vekin. Me piştî hişkirina zebze dest bi hilberîna cil û bergan jî kir û me atoleyek vekir.  Niha ji ber ku şîr kêm e em nikarin li kooparatîfê beşa penêr bidin xebitandin. Lê piştî mehekê em ê wêderê jî bidin xebitandin.  Em niha atoleya cil û bergan didin xebitandin, zebze hişk dikin, turşiyê çêdikin û herwiha em pincar jî hişk dikin. Ji bo berhemên me ji dervê welêt daxwaz zêde ye û ji ber ku daxwaz zêde ye em herî zêde berhemên xwe dişînin dervê welêt û difiroşin.”   ‘Berhemên ku em çêdikin di destê me de namînin’   Leylanê bal kişand ser rewşa pandemiyê jî û anî ziman ku ew ji ber pêvajoya pandemiyê ji karên xwe re dereng mane û got: “Pandemî li ser karê me gelek bandoran kir. Me nêzî 3 mehan cihê xwe girtî hişt. Ji  ber vê yekê em ji çêkirina penêr re dereng man. Lê dîsa jî heta ji dest me hat me navber neda xebatên xwe. Me li Atoleya cil û bergan rûpoş û berdilk ji bo tendirustvanan dirûtin.  Niha jî bi turşî, hişkkirina pincar û zebze em xebatên xwe didomînin. Berhemên ku em çêdikin di destê me de namînin û demildest tên firotin.”   ‘Em li benda piştevaniyê ne’    Leylanê got ku wan texmîn nekiriye ku tevlîbûnek ewqas xurt ji bo koperatîfê pêk were û ev tişt anî ziman: “Jixwe armanca me ya sereke ew e ku em dixwazin zêdetir ji bo jinan qadên Îstîhdamê vekin, bêhtir jin xwe bigihînin me û bikaribin bi keda xwe debara xwe bikin. Jixwe jinên ku dixebitin dibêjin ‘başe ku ev cih hatiye vekirin û em jî ji hundirê malê derketine. Eleqeya jinan hêzê dide me ku em bêhtir bixebitin.     ‘Li atolyeya cil û bergan 12 jin dixebitin’   Alîye Tekîn jî ku li atolyeya cil û bergan dixebite û nêzî 3 meh in tevlî Kooperatîfê bûye wiha got: “12 kedkarên me hene.Dema ku me atolye vekir me di destpêkê de çante didirûtin.   Piştî pêvajoya pandemiyê dest pê kir me bi dirûtina rûpoşan û berdilkên tendirustvanan karê xwe berdewam kir. Min bi alîkariya nasên xwe evder dît û min xwest bixebitim.  Ji ber ku pêdiviya min hebû. Ji xwe min karê dirûtinê zanibû û bi wî awayî min li vir dest pê kir.  Serê sibê saet ji 8’an heta 5’ê êvarê dixebitim. Gava ku wesandin (sîparîş) hebe karê me pir baş e.  Lê heke tune be em ji neçarî cihê xwe disekinin. Em dixwazin karê me zêdetir bibe ku zêdetir jin bixebitin. Divê berdewamiya Kooperatîfê bê ku jin karibin debara xwe bikin.”