Gulîstan û hevjînê xwe ku bi mehan e betal in li bende piştevaniyê ne 2020-07-21 09:12:26   MÊRDÎN - Mehmet Demîr ji ber kar nedît ket greva birçîbûnê û hevjîna wî Gulîstan Demîr jî bi meha ne kar nabîne. Gulîstanê diyar kir ku ji ber nikarin kirê bidin wê ji xanî derkevin û banga piştevaniyê kir.   Mehmet Demîr yê li Artuklu ya Mêrdînê dijî, bi daxwaza kar dest bi greva birçîbûnê kir û di roja 12’emîn de ye. Hevjîna wî Gulîstan Demîr jî, ligel hevjînê xwe Mehmet ku li Parka Karayollari çalakiya xwe didomîne, cih digire û piştgiriyê didê. Gulîstanê da zanîn ku ew jî betal e û wiha got: “Em di alî aborî û manewî de têk çûn.”   ‘5 mehe em nikarin kirê bidin’   Gulîstanê daxuyakirin ku hevjînê wê ji kadroya berê ya hukumxwarî ye û got ev saleke li kar digere û got: “5 mehe em nikarin kirê û fatureyan bidin. Hevjînê min salek û nîv e ji girtîgehê derketiye. Çû kîjan saziyê kar nedanê. Daxwazname da hemû saziyan lê kes lê venegeriya. Di sektora taybet de jî kar nedît. Ez li kar digerim ez jî nabînim.”   Gulîstanê destnîşan kir ku bi taybet di pêvajoya pandemiyê de zehmetî kişandine û xwediyê xanî jî ji bo ew derkevin gilî kirine.   ‘Derûniya zarokan xera bû’   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser derûniya zarokên xwe jî û got: “Em ji xanî derkevin wê çi bibe? Kes xwedî li me dernakeve. Hevjînê min di grevê de ye. Ez bang li hemû saziyan dikim. Em ji mafên xwe fêdeyê nagirin. Ez jinek im, ez jî kar nabînim. Gelo wê kî li zarokê min binêre. Em nikarin ji zarokan re tiştekî bigirin. Em di alî aborî û manewî de têk çûn.”