‘Em havînê pêde dixebitin lê têrî 2 mehên me yên zivistanê nake’ 2020-06-05 09:12:25   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Karkerên demsalî yên bi kîlometreyan ji dûr tên û li Çukurovayê di bin germahiyek mezin de dixebitin wiha dibêjin: “Em 4 mehên havînê dixebitin. Pereyê em qezenc dikin jî têrî 2 mehên me yên zivistanê nake. Em jî dixwazin li malên xwe li ser axa xwe bijîn. Em naxwazin li erdên kesên din bibin kole. Yekane daxwaza me pêşeroja zarokên me ye.”   Karkerên demsalî yên ji Rihayê hatin Yuregîra Edenê û li dora gundê Mîsîs kon vedan, sibehê zû radibin û diçin ser erdên pîvazan. Bi dehan zarokên di navbera temenê 3-10 salî de bi malbatên xwe re li ser erdane. Me wek JINNEWS’ê pirsgirêkên karkeran ji devê wan guhdar kir.   ‘Me nedixwest ku em li ser erdên kesên din bibin kole’   Kezîban Îşler ya dayika 3 zarokan jî da zanîn ku ji ber nexweşiya hevjînê xwe ew tenê debara malê dike û got: “Em bi zarokên xwe re di bin vê germê de bi saetan dixebitin. Em hem diwestin û hem jî ji tenduristiya xwe dibin. Em ji bo zarokên xwe tên vir. Em dixwazin wan bidin xwendin. Em naxwazin ew wek me xizaniyê bikşînin. Lê zarokên me jî vê pêvajoyê ligel me derbas dikin. Ev min xemgîn dike. Em ji bo partiyek nan tên vir. Em havînê 4 mehan li vir dixebitin, pereyê me jî têrî du mehên zivistanê nake. Me jî dixwest em li ser axa xwe bijîn. Em li ser axa kesên din nebin kole. Yekane daxwaza me ji bo zarokên me pêşerojeke baş e.”   ‘Ger piştgirî hebûna em ê heta vir nehatibana’   Fatma Sayiş a 50 salî jî destnîşan kir ku mehek berê av ketiye konê wan û li ser vê jî ji bo demekê ew li dibistanê bi cih kirin û piştre em vegeriyan konên naylon. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi roj bi germê re bi şev jî bi pêşû û bêaviyê re têdikoşin. Hevjînê min nexweşê kronîke. Du zarokên min astengdarin. Ez 7 caran emelyet bûm lê ji bo debarê neçarim bixebitim. Vîrus heye. Ez dizanim ku ez di koma rîskê de me. Ji bo zikê zarokan têr bibe divê ez bixebitim. Ger piştgirî ji bo me bihata dayîn em ê heta van deran nehatibana.”   ‘Li şûna dersan bixebitim, pîvazan kom dikim’   Xwendekara lîseyê ya nexwest navê xwe bide, bi lêv kir ku ji bo bixwîne dixebite û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoyê de li şûna divê ez dersan bixebitim, pîvazan kom dikim. Xeyala min parêzeriye. Lê di van şertan de nizanim wê çiqas pêkane. Ji zarokatiya xwe de em tên vir.”   ‘Karê jinan zehmet e’   Aliye Îşler jî bi lêv kir ku ew nexweşa dile û tevî vê bi roj li ser erdan, êvaran jî di konan de dixebitin û got: “Karê jinan zehmete. Cil, firaq, xwarin. Em nikarin saetekê bîhna xwe bidin. Min xwe dît nedît, ez li ser erdan dixebitim. Yên herî zêde dixebitin em in. Yên feqîr dîsa em in. Em dixwazin ji bo zarokên xwe jiyanek baş bihêlin. Li Rihayê kar tune. Em çewalê pîvazan bi 7 lîra kom dikin. Em 7 kes jî dikarin 40-50 çewal pîvaz kom bikin.”