ÎSO: Rewşa îxracatê ber bi xirabbûnê ve diçe 2020-04-08 12:57:28   ENQERE - ÎSO rapora meha adarê ya Endeksa Rewşa Îxracatê ya Sektora Çêkirinê ya Tirkiyeyê aşkera kir û got di meha adarê de îxracat ji sedî 35,7 ketiye û ev tişt nîşan dide ku îxracat ber bi xirabbûnê ve diçe.   Odeya Pîşesazî ya Stenbolê (ÎSO) encamên dema Endeksa Avhewaya Îxracatê ya Sektora Çêkirinê ya Tirkiyeyê ya meha adara 2020’an aşkere kir. Li gorî danayên pakkirinên bandorên demsalî yên Odeya Pîşesazî ya Stenbolê Endeksa Avhewaya Îxracatê ya Sektora Çêkirinê ya Tirkiyeyê, ji ber şewba Kovîd-19’an di meha adarê de bi ketinek hişk ber bi xirabbûnê ve diçe. Avhewaya îxracatê di meha sibatê de ji sedî 50,4 û di meha adarê de jî ji sedî 35,7 paşve ket.