‘Li her du welatan jî şer bandor li zarokan kir’ 2020-01-10 09:10:35   WAN - Êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li Tirkiyeyê jî krîza aborî ji ber êrîşan her diçe girantir dibe. Jinan diyar kirin ku şer û krîza aborî li her du welatan jî herî zêde bandor li ser zarokan dike û gotin: “Em naxwazin zarok bimrin, birçî bimînin. Bila zarok li kolanan azad bijîn. Bigerin, bilîzin, bixwin û bixwînin.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û krîza aborî ya li Tirkiyeyê jî ji ber şer her diçe giran dibe. Bêguman bandora van pêkanînan jî herî zêde li ser zarokan dibe. Zarokên ji ber şer koçber bûne û li bajarên cuda yên Tirkiyeyê dijîn jî neçar dimînin bixebitin.   Li taxa Yali ya Îpekyolu ya Wanê, jinan diyar kirin ku şer, krîza aborî herî zêde badnorê li ser zarokan dike û got li her du welatan jî ji ber şer zarok têk diçin, divê demildest çareseriyeke bê dîtin.   ‘Bila zarok bê dê û bav nemînin’   Adîle Hanedan jî daxuyakirin ku êrîşên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bandorek giran hem li ser zarokên Sûriyeyê hem jî yên Tirkiyeyê dike û wiha berdewam kir: “Li Rojava zarok bê dê û bav man.Gelek zarok reviyan welatên din û li kolanan bê av û nan dijîn. Mirov neçar man koç bikin. Li kampan di rewşên giran de dijîn. Gelo ne gunehe. Li Tirkiyeyê zarok li kolanan peçete, avê difroşin. Em dixwazin mirov di nava aştî û aramiyê de bijîn.”   ‘Em nikarin daxwazên zarokên xwe bigirin’   Ayten Kaya jî ev tişt vegot: “Ji ber krîzê em nikarin debara xwe bikin. Ji bo pêşketineke tendurist jî em nikarin ji zarokên xwe re hawirek baş biafirînin. Berê jî mirov bi zehmetî debara xwe dikirin. Lê niha em nikarin zarokan bibin cihekî. Çavên wan li ser tezgahan dimîne. Em nikarin daxwazên wan bigirin. Em nikarin xwarinên ku dixwazin çêbikin.”   ‘Bila zarok li kolanan azad bigerin’   Sevda Ateş jî daxuyakirin ku ji ber şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê malbat hatine vir û got ew dixwazin alîkariyê bidin lê ji ber krîzê ew nikarin debara xwe bikin û got: “Em naxwazin zarok birçî bimînin. Bimrin.Em dixwazin zarok li kolanan bi awayekî azad bigerin, bilîzin, bixwin û bixwînin.”   ‘Gelo wê heta kengê ev krîz bidome’   Sureye Ozuster ev tişt anî ziman: “Em ji ber krîzê nikarin debara xwe bikin. Psîkolojiya zarokan xera bûye. Ji ber pereyê riya min tunebû ez nikaribûm biçim nexweşxanê. Ji ber vê min gazî ambulansê kir. Em nizanin ku em çi bikin. Gelo wê ev krîz heta kengê bidome.”