‘Ji bo Kanal Stenbol 110 mîlyar ji bo kedkaran 304 TL’ 2020-01-03 09:06:05   Dîlan Babat   ENQERE - Sekretera Jinan a DÎKS’ê Nevîn Kiziloz bertek nîşanê mûçeyê asgarî yê bûye 2 hezar û 234 TL, da û got: “Nîvê butçeya ku ji şer re tê veqetandin ji gel re nayê veqetandin.” Hevseroka Giştî ya Malên Gel, Dîlşat Aktaş jî got: “Ji bo projeya Kanal Stenbol 110 mîlyar TL tê veqetandin. Lê ji bo kedkaran 304 TL rewa tê dîtin. Bila kerem bikin ew bi vî pereyî bijîn.”   Muçeyê Asgarî yê ku îsal wek 2 hezar û 324 TL û 70 kuruş hat diyarkirin, rastî bertekên mezin tê. Sekretera Jinan a Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) Nevîn Kiziloz û Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dîlşat Aktaş der barê maeşa asgarî de nirxandin kir.   ‘Me encama şanoya ku lîstin dît’   Nevîn Kiziloz diyar kir ku zêdekirina pereyê ji bo mûçeyê asgarî hatiye kirin, ji aliyê AKP’ê ve wekê ku tiştekî gelek mezin hatiye kirin tê nîşan dan û got: “Sînorê xizaniyê di meha cotmehê de hat aşkerakirin. Me encama şanoya ku hatiye lîstin dît. Daxuyanî dan û gotin ‘em sê konfederasyon bûn yek.’ Lê tiştên ku li ser maseyê axivîn pêk nehatin. Me wek DÎSK li ber wezaretê daxuyanî da. Ne TURK-ÎŞ hebû ne jî HAK-Îş hebû. Tenê terkirina maseyê nabe.”   ‘Nîvê butçeya ji şer re hatiye veqetandin ji gel re veneqetandin’   Nevînê bi lêv kr ku kesên mûçeyê asgarî diyar kirine agahiya wan ne ji krîzê û ne jî ji xizaniya jinan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di krîzek aborî ya cidî de ne. Em jin li her derê krîzê hîs dikin. Kesên tenê dijîn nikarin debara xwe bikin. Li ku ma malbatên bi zarok. Me 3 hezar û 200 TL xwest. Li gorî krîzê ev jî kêm e. Lê nîvê butçeya ji şer re veqetandine ji gel re veneqetandine. Desthilatdarî bi polîtîkaya ‘şidandina kemerê’ mirovan berbi întîxarê ve dibe.”   ‘Sendîkaya alîgir bi bertekek vala ji ser maseyê rabû’   Hevseroka Giştî ya Malên Gel Dilşat Aktaş diyar kir ku komîsyona tespîta maeşa asgarî, mehekê wekê ku axivîne nîşandan û got: “Erdogan got ‘ka em binêrin çi lihevkirine? Em ê pêngaveke ku aliyan kêfxweş bikin bavêjin. Em ê jesta xwe bikin.’ Hevdîtin qedyan, sendîka alîgir bi bertekek vala ji ser maseyê rabû. Desthilatdarioya ji bo Kanal Stenbol 110 mîlyar lîra veqetand, ji bo kedekaran 304 TL veqetand. Fatura krîzê li gel dibirin. Herî zêde jin bi bandor dibin. Hemû bar li ser milê jinan e. Em jî dib<êjin bila kerem bikin ew bi vî pereyî bijîn.”