'Girêdana jinê ya bi axê re dibe sedem ku jin beşdarî projeyan bibin' 2019-12-21 09:04:59   Ferîde Zade   ŞEHBA - Endam, Rêveberiyên mala jin û yekîtiya jinên Şehbayê dan diyar kirin ku di nava dorpêça 9 salên aloziya Sûriyê de, bi armanca bilindkirina projeya çandinî û aboriya Şehbayê tê rêvebirin.   Şêniyên Şehbayê ji bo pêşketina aboriyê xwe di aliyê çandiniyê de pêş dixin. Yekîtiya Jinên Şehbayê di meha îlonê de projeya xwe ya çandinîyê dan destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de pîvaz, bexdenûs, tivir û îspenax hatin çandin. Têkildarî vê mijarê endamên Rêveberiyên Mala Jin û Yekîtiya Jinên Şehbayê di derbarê projeya çandiniyê de axivîn.   'Girêdana jinê ya bi axê re dibe sedem ku jin beşdarî projeyan bibin'   Endama Komîteya Lihevkirinê ya Mala Jinê ya navçeya Fafînê Fatma Mihemed axivî û got: "Ji bo projeya çandiniyê di destpêkê de rd hate kirêkirin nêzî 2 hektaran e, di nav de hin sebze hatin çandin mîna, pîvaz, bexdenûs, tivir, îspenax û hwd. Em bi alîkariya gelê Efrînê ku li Şehbayê dijîn van projeyan bi rê ve dibin. Di meha îlonê de me çandinî dest pê kir, heftê du caran tê avdan lê belê di demsala zivstanê de pêwîstiya avdanê tune ye. Hem di dema çandiniyê de û hem jî di dema komkirinê de hemû jin bi hev re dibin alîkar û wisa kom dikin. Lê belê jinên vê herêmê hemû dixwazin carek din vegerin Efrînê û li ser xaka xwe jiyana xwe bidomînin."   'Van projeyan derfetên kar zêde dikin'   Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dorpêça ku li ser Şehbayê heye û wiha domand: "Ji ber dorpêça li ser Şehbayê derfetên me yên karkirinê pir kêm in. Ji ber wê projeyên me yên heyî pir bi awayekî xurt pêş nakevin. Her wiha pir qezencên me yên zêde jî çênabin û em nikarin hin projeyên din ji bo gelê Şehba û bi taybet yên Efrînê pêş bixînin."   'Dorpêça Şehbayê dibe sedem ku projeyên cuda pêş nekevin'   Endama mala jinê ya Navçeya Ehrezê Selwe Elî di derbarê projeya çandiniyê de wiha got: "Ev proje ji bo alîkariya gelê Efrînê hatiye pêşxistin. Ev 9 sal e ku alozî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê didomin û her wiha herêmên me hemû di bin dorpêçê de ne. Ev jî dibe sedem ku projeyên ji gel re tên danîn bi pêş nekevin."   'Ev proje gaveke ji bo projeyên mezitir in'   Rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê Sebah Elnasêr destnîşan kir ku her projeyek dibe amedekariya projeyek mezintir: "Dema ku mirov projeyên nû pêş dixîne, bê guman bi xwe re hin proje û îlhama karên nûtir û mezintir tîne. Her projeyek me ya nû ji bo gelê me yê Efrînê dibe moral û hêzeke nû. Dema em xebatê berfireh dikin wê demê derfetên karê zêde ji jinan re baştir tê avakirin û jin dikarin bi her awayî cihê xwe di nav kar de bigirin. Jixwe jinên vê herêmê ji karên çandiniyê pir hez dikin."