‘Tevî her tiştî em bi hêvî jiyana xwe didomînin’ 2019-12-20 09:17:04   Safiye Algaş   STENBOL - Şemsa Akdag ya di navbera avahiyên bilind yên Okmeydani de di şevneşînê de têkoşîna jiyanê dide. Şemsa, ji bo debara mala xwe bike li ser cil û bergan morîkan dinexweşîne û pere qezenc dike.    Li Okmeydani ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê, jina bi navê Şemsa Akdag di şevneşînê de dijî û em vexwendiyên mala xwe kirin. Şemsa ku em bi rûkenî pêşwazî kirin, tevî ku zivistan hatiye jî hîna sobe dananiye. Şemsayê ewil çay ji bo me anî. Du zarokên wê yên di temenê 11-13 salî de hene. Şemsa bi salan wek karkera tekstîlê xebitiye û ji ber pisgirêkên tenduristiyê niha nikare bixebite. Şemsa 8 sal in li ser cil û bergan bi morîkan nexweşan çêdike. Serî fistanê 4 TL digire.   ‘Bi zor em debara xwe dikin’   Hevjînê wê jî di tekstîlê de dixebite. Du zarokên wê jî xwendekar in. Şemsayê bi lêv kir ku rewşa aboriya wê berê jî nebaş bûye lê ev çend sale zêdetir xera bûye û got: “Ne tenê em, gelek kesên wek me hene. Em bi zor debara xwe dikin. Berê min 50 TL ji bazarê dan û standina xwe dikir. Niha bi 100-150 diçim lê tiştek nayê girtin.”   ‘Em gelek tiştî nikarin bigirin’   Şemsayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ewil ez ji bo xwe tiştekî nagirim. Cil û bergan nagirim. Naçim cihekî. 4-5 sale naçim gund. Ez dê û bavê xwe nikarim bibînim. Ji ber aboriya min dest nade. Pereyê ez bidim rê didim lêçûna zarokên xwe. Firingî berê yek TL bû niha 4-5 TL ye. Em ji xwarina xwe jî dibirin. Kiriya me heye. fatura av , ceyranê pir zêde tê. Em nikarin alavên ceyranê jî bikar bînin. Gaza me ya xwezayî tune. Em nikarin komirê jî bigirin.”   ‘Tevî her tiştî em bi hêvî dijîn’   Şemsayê bi lêv kir ku zarok tunebûnê fêm nakin û got: “Tiştan dixwazin lê em nikarin bigirin. Em gelek tiştî ji zarokên xwe dibirin. Em gelek zehmetiyan dikşînin. Em hêvî dikin ku her tişt xweş be. Qe nebe em ji bo zarokên xwe wisa hêvî dikin. Em gelek tiştî ji jiyana xwe dibirin. Tenê derdê me zarokên me ne. Karê morîkan jî 20 rojan carê tê. Nêzî 50 TL girê dide. Ez li dora fistanekî morîkan didrûm 4 TL digirim. Rojê herî zêde doa 5 heban diqedînim. Karê xwe li malê dikim. Pereyê wê kêm e, lê karê dikim kedek mezin dixwaze.”