Li Wanê hostaya gergerokê: Jin di hemû karan de serkeftî ne 2019-12-19 09:08:18   Zeynep Durgut   WAN - Li Wanê Huda Cuma ya ji başûrê Kurdistanê bi vekirina kargeha jêkirina gergerokê tevî hemû astengî û zehmetiyên civakî li ber xwe dide. Hudayê bang li jinan kir ku bi xwe bi bawer bin û got ku ew jin bi hev re bi hêzîn û dikarîn di her karekî de bi ser kevin.    Bi salane jin li her qada jiyanê li dijî hişmendiya mêrê serdest li ber xwe didin. Lê li gel vê jî wekî ku hin kar ên mêran bin û jin nikarin bikin ji aliyê civaka baviksalar ve tên pênasekirin.  Ji van karên ku bi vî rengî tên pênasekirin yek jê jî jêkirina gergerokê (cergekebap) ku di nava civakê de wekî karê mêran tê dîtinê ye. Li Wanê Huda Cuma (20) ya ku ji ber pirsgirêkên malbatî ji başûrê Kurdistanê hatiye Wanê tevî hemû astengî û zehmetiyan tedikoşe û li Wanê bi dayika xwe re kargeha jêkirina gergerokê vekiriye ye. Hudayê têkîldarî zehmetî û çêkirin û jêkirina gergerokê axivî û diyar kir ku ji ber ew karê çêkirin û jêkirina gergerokê dike, herkes matmayî dimîne. Hudayê diyar kir ku jin xwedî hez in dikarin her karekî bikin û bila bi xwe bawer bin.    ‘Ez di gelek karan de xebitî me’   Hudayê di  dewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew  bi xwe bawer bû, di her karekî de cih girtiye û got ku herî dawî biryar daye kargeha xwe veke û wiha dirêjî da axaftina xwe:” Ez xelka başûrê Kurdîstanê me. Li Başûr me pir zehmetî û êş kişandin. Piştre me biryar da ku em werin bakurê Kurdistanê. Li vir jî em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man. Me zimanê tirkî nedizanî di têgihîştin û dan têgihîştinê de femkirinê me gelek zehmetî kişand. Me ziman nedizanî û ji ber vê ji me nedikarî em di kargehekê de cih bigirîn. Li Başûr pirsgirîkên me hebûn. Ji ber wê em hatin bakur. Di destpêkê de min biryar da ku ez bixebitim û min li kargehekê dest bi kar kir. Ji salekê zêdetir ez li wir xebitîm. Li gel xebatê ez fêrî ziman bûm. Min ji garsoniyê dest pê kir û li gelek kargehan xebitîm. Min ji xwe re got ‘Ez dikarim’ kargehekê jî vekim û di wî karî de ez dikarim serkeftî bim. Min û dayika xwe cihê xwarinê  vekir. Di destpêkê de me  xwarinên herêmî çêkirin. Piştre min xwe hînî çêkirina gergerokê kir. Ez fêrî çêkirina gergerokê bûm û niha ji bi kêfxweşiyeke mezin gergerokê çêdikim û jêdikim.”   ‘Jin dikarin di her karekî de bixebitin’   Hudayê anî ziman ku pêwîste jin diwarên ji wan re dibin asteng hilweşînin û got ku li dijî hişmendiya baviksalar bersiva herî mezin îspat e û wiha pê de çû;” Ev kar ne tenê karê mêran e. Her jinek ji dikare bi hostatî vî karî bike.  Êş û zehmetiyên ku em dibînin pêwîste me bi hêz bike. Divê em ji pêkanînên li dijî  me  hêzê bigirin û wê demê em dikarîn her tiştekî bikîn. Divê jin nebêjin em nikarîn. Jin dikarin bikin. Jin dikarin di her karekî de bixebitin. Rast e zehmetiyên wê hene, lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin. Em xwedî wê hêzê ne ku em dikarin di her karekî de serkeftî bin.”   ‘Qet netirsin bi xwe bawer bin  û her tim bi hêz bin’   Hudayê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku netirsin, li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Dema ku me ked da bêgûman ew ked wê bê  bersiv nemîne. Zû yan jî dereng em ê beramberê keda destê xwe bigirin. Lê em bibêjîn ku em nikarîn û em rola ku civaka baviksalar li me ferz kiriye qebûl bikîn bêgûman em ê her tim bindest bin û her tim jî dê desthilatdar mafên me binpê bike û me bike koleyên xwe. Lê  ger ku me li dijî vê serê xwe rakir bawer bin em serfiraz bin. Ez bang li jinan dikim  û dibêjim, qet netirsin bi xwe bawer bin  û her tim bi hêz bin. Ger ku em bi hêz bin wê demê kes nikare destê xwe dirêjî keda me jî bike.”