'Ji rojên giran re baxçeyên fêkiyan derman e' 2019-12-17 09:05:56   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Jinên Navçeya Zirganê ji ber buhabûn û nepeydakirina pêdiviyên jiyanî ya ji ber şer debara xwe bi baxçeyan dikin. Jinên ku debara xwe bi çandina fêkiyan dikin wiha gotin:"Di nava şerd û mercên dijwar ên şer de em hewil didin ku li ser piyên xwe bisekinin. Em hewil didin bi çandiniyê debara xwe bikin."   Li Rojava ji ber êrîşan dolar bilind bû û pêdiviyên jiyanî buha bûn. Bi taybet jî li Navçeya Zirganê zebze û fêkî kêm tên peydakirin, ji ber ku riyên ku tên bajar piranî ne ewle ne, ev jî dihêle ku gel zehmetiyan bikşîne, lê jinên afrîner bi afirandin û çandina baxçeyên zivistanê re dibin hêza çareseriyê.   Navçeya Zirganê bi çandiniya genim, pembo û baxçeyên mezin tê nasîn. Çemê Zirganê jêderka wê ji Bakurê Kurdistanê ye, ev çem ji Zirganê ber bi Til Temir, Hesekê û gelek gund û navçeyên din re diherike û dikeve çemê Firat ê. Jinên Navçeya Zirganê jî li hewşê malê xwe baxçeyên demsalan mîna demsala zivistanê çandine û di vê rewşa şer de pê debara xwe dikin.   'Ji rojên giran re baxçeyên fêkiyan derman e'   Gulê Mihemed Şêxmûs anî ziman ku bi destpêkirina şer debara wan jî dijwar bûye û wiha got: "Ji ber êrîş û dagirkeriya dewleta tirk û girtina riyên di navbera Zirgan û Til Temirê, Zirgan û Serêkaniyê de pêdiviyên jiyanî nayên. Heger tên jî kêm in û gelekî buha ne, ji ber wê me bi destpêkirina êrîşan re baxçeyên xwe yê zivistanî ku ji pelê silkan, pîvaz, tivir û bexdûnis pêk tê çand. Me hesabê rojekê bi vî rengî kiribû, niha jî dema ku zebze li malê tune be em ji baxçeyên xwe radikin, çêdikin û dixwin."   'Buhistek ji axa mala xwe nadim bi Erdogan û qesra wî'    Emîne Nayîf jî anî ziman ku ew ji ser axa xwe naçe derekê û wiha dewam kir:"Ji ber şer û pevçûnan em neçar man çend rojan derekevin derveyî navçeyê, lê bi me nexweş hat ji ber wê em vegeriyan malê. Tevî topebaranê jî em amade ne ku li ser axa xwe bi rûmetî bimirin û buhistek ji axa mala xwe nadim bi Erdogan û qesra wî."   'Di rewşên şer de alternatîfa zebzeyan, baxçeyên malan in'   Emîneyê derbarê zehmetiyên peydakirina pêdiviyên jiyanî û alternatîfa wê wiha got: "Zebze zû bi zû nayên peydakirin. Em berê ji ax û xwezayê hez dikin û pê ve girêdayî ne ji ber wê her demsal em baxçeyan diçînin, lê vê salê rewş cuda ye, ji ber wê jî em hêza çareseriyê derdixin pêş. Zebze nayên peydakirin, lê baxçe hene û mirov dikare pê debara xwe jî bike. Di rewşên şer de alternatîfa zebzeyan baxçeyên malan in."   'Em ê axa dapîr û bapîrê xwe biparêzin'   Emîneyê diyar kir ku ew ê xaka dapîr û bapîrê xwe biparêzin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Warê kesî nabe warê me. Em ê warê dapîr û bapîrê xwe ji êrîşan biparêzin û nehêlin ku ev ax were çewsandin."