‘Ji bo aboriyeke serbixwe têkoşîn hewce ye' 2019-12-17 09:03:12   Medya Uren   AMED - Elîf Coşan li Sûra Amedê xwaringek vekir û 8 sal in jî li gel zor û zehmetiyan karê xwe dimeşîne. Elîf got: "Divê jin ji bo aboriyeke serbixwe di nava têkoşînê de be."   Elîf Coşan xeyalên xwe pêk anî û xweringehek vekir û 8 salan ked da. Elîf bi hewldanên xwe xeyalên xwe yên bi salan pêk anî û li gel zor û zehmetiyan kargeha xwe ya xwarinê mezin kir. Li gorî Elîfe divê jin ji bo bighije aboriyeke serbixwe divê têbikoşe.   Elîf di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser karê xwe û wiha got: “Ez xwarin çêkirinê gelek hez dikim. Dema min li mala xwe jî xwarin çêdikir ez gelek mijûl dibûm. Min dixwest tiştek xweş pêşkeş bikim. Min nexwest hezkirina xwe tenê li malê bidomînim. Min biryar da ku ez karê ku li malê dikim li derveyî mal jî bikim. Min di serî de ciheke biçûk girt û li vir dest bi çêkirina xwarinên malê kir. Di demek kurt de xwarina ku min çêdikir hat ecibandin. Demek dirêj wiha dom kir. Lê dema li bajêr pevçûn derket ez neçar mam ku kargeha xwe bigirim."   ‘Min her tim xeyal dikir'    Elîf da zanîn ku li kargehê 6 jin jî dixebitin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema kargeh vekiribû gelek eleqe hat nîşandan û ji ber vê sedemê jî xebatkar jî ji bo kar hewce bû. Lê belê hem pevçûn û hem jî krîza aborî nedihişt ku em bixebitin. Gelek caran ji ber neçariyê me xebatkaran ji kar derdixist. Lê dema em jin dihatin gel hev me xeyalên xwe ji hev re digotin. Di nav xeyalên me de kargeheke mezin hebû. He wiha em wekî jinên din li vê qadê jî bi pirsgirêkan re rûbirû diman. Lê me tu carî paşve gav neavêt."   ‘Bi têkoşînê azadî pêkan e’   Elîf piştî demek li Sûra Amedê kargeha xwe ya xwarinê carek din vekir û wiha got: "Min tu carî dev jî xeyalên xwe berneda û min carek din li gel her zehmetiyan kargeha xwe ya çêkirina xwarinan vekir. Tişta herî girîng ji bo jinê aboriyeke serbixwe ye û divê jin ji bo aboriya xwe ya serbixwe têbikoşe. Her niha ez gelek kêyfxweşîm ku min dest bi kareke bi vî rengî kiriye. Her jinek xwedî hêza serkeftinê ye. Ez hêvîdarim ku her jinek dê bi têkoşînê azadiya xwe bi dest bixe."