'Ji bo aboriyeke azad têkoşîn hewce ye' 2019-12-14 09:08:01   Medya Uren - Rengîn Azîzoglu   AMED - Ovge Yildizhan û Nurhan Tekocak bi salan karê tekstîlê re eleqedar dibin bal kişandin ser dûrxistina jinê ya qada kar. Ovge, diyar kir ku ji bo aboriyeke azad divê têkoşînek bê dayîn û Nurhan jî da zanîn ku civaka ku jin têde azad nebe, ew civak mehkûmê bêzariyê ye.   Têkoşîna jinan li her qada jiyanê bi her awayî didome. Jin bêtir di qada kar de di nav têkoşînê de ye. Ji ber ku her qad li gorî xwe bi pirsgirêke, lê jin jî bi du qatî pirsgirêk dijîn. Feraseta civakê û nêzîkatiya malbatê li hemberî pêşketina jinan dibe astengî. Jinên ku li gel zor û zehmetiyan gihaştina azadiya aboriya xwe dîsa jî bi pirsgirêkan re rûbirû dimînin. Endama Lîjneya Rêveberiya Karên Senayiya Cilan a Egeyê Ovge Yildizhan û Nurhan Tekocak jî bi salane ji karê tekstîlê re mijûl dibin bal kişandin ser aboriya azad a jinê û gotin divê li dijî zor û zehmetiya têkoşînek bê dayîn.    ‘Hezkirin têkoşîna herî mezin e’   Ovge, di sala 2009’an de piştî zanîngeh qedand di nav xebatên tekstîlê de hînê dirûtina cil û bergan bû û wiha qala karê xwe kir: "Hûn weke jinek ji xwe nikarin bi awayek azad karê xwe bidin meşandin. Ji bo berfireh kirin û bi destxistina serkeftinan bê guman azadiya aborî pêwîste. Divê hûn bikaribin biçin ji derveyê welat hevdîtinan pêkbînin ku ev her tim dibe pirsgirêk. Ji ber ku jin her tim di her qada jiyanê de bi gefan re rûbirû tên. Aboriyeke azad a jinê tuneye. Dema em temaşeyî kargeh û karên mezin dikin yekem car mêr tê hişê mirovan. Ev yek trajediyeke mezine. Divê em van hişmendiyan ji holê rakin."   ‘Jin ji jiyana kar tên dûrxistin'   Ovge, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser hişmendiya zayendperestiyê û wiha şîrove kir: “Weke jin aidê malê ye bi civakê hatiye fêr kirin. Çiqas tu xebatkar bi jî berpirsyarî nayê guhertin. Mêr tenê karek dike. Lê jin malê re mijûl dibe, zarokan xwedî dike. Dema li dervê ji dest bi kar dike karê wê bêtir giran dibe û barê jinê 2 qad zêde dibe. Bi hişmendiya zayendperest û barkirina ewqaz berpirsiyarî jinê ji jiyana kar dûr dixe û ev tişt bi zanetî tê kirin.    'Ji bo aboriyeke azad têkoşîn hewce ye'   Ovge diyar kir ku jin di aliyê aborî de ne azad in û wiha bilêv kir: "Em dibînin jinên bi tacîz, tûndî û qetlîaman re rûbirû dimînin, bi awayek giştî jî bi pirsgirêka aboriyê re jî rûbirû dimînin. Rewşeke xeternake ku hindî diçe mezin dibe. Ez di vê baweriyê de me ku jin wê bi têkoşînê bikaribin keda xwe bidest bixin. Bi taybet di aliyên hûnerî de jin jêhatî ne. Ji bo derxistina vê hêz û bawerî pêwîste. Ji bo azadî û bi destxistina aboriyeke serbixwe divê têbikoşin.”   ‘Serkeftin bi têkoşînê pêkane’   Nurhan jî ku bi qasî 50 sal in bi vî karî re mijûl dibe qala karê xwe kir û wiha got: "Min destpêkê bi xeyatiyê (terzî) dest bi kar kir. Heskirina min ya ji karê min re tim rêyên mezin li ber min vekir. Ji ber ku ez jinim, min tucarî paşve gav navêt. Li kargeha min de ji sedî 80 jin dixebitin. Ez armanc dikim ku jin bêtir bikevin nav qada kar. Civaka ku jin têde ne azad be ew civak mehkumê bê zariyê ye. Divê ew neyên asteng kirin li dijî wê ji bo jiyanek bi tendirûstî divê ew azad bin. Jin tenê bi têkoşînê dikarin serkeftinan bi destbixin.”