‘Ji bo jinên xizan firoşgehek' 2019-12-13 09:02:52   Medya Uren     AMED - Bedîa û Wezîre Şenay xwişkên hev in û li Çarşiya Şewitî ya Amedê firoşgehek vekirine. Tiştên ku li froşgehê tên firotin bi keda destê jinê tên çêkirin. Jin tiştên ku li mala xwe çêdikin tînin li froşgeha Bedîayê datînin û li vir difiroşin.    Bedîa û Wezîre Şenay xwişkên hev in û li Çarşiya Şewitî ya li Sûra Amedê firoşgehek wan heye. Li firoşgehê laçik, gore, kum û cihêzên bukanan difiroşin. Tiştên ku difroşin bi destê jinê tên çêkirin. Tişta herî girîng jî jinên ku di warê aborî de zahmetiyan dikişînin li malê gore, kum, lacik hwd çêdikin û dinexşînin tînin cem Bedîa û Wezîreyê. Her du xwişk jî ji bo mesrefa firoşgehê pereyek kêm diavêjin ser û difiroşin. Bedîaya ku 20 sal e bi vî karî re mijûl dibe diyar kir ku xwestiye navê firoşgeha xwe bike 'Keda Destê Jinê', ji ber ku tev tiştên ku li froşgehê tên firotin bi keda destê jinê tên çêkirin.    'Min firoştgeha xwe mezin kir'    Xwişka mezin a bi navê Bedîa di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku wê beriya 20 salan biryar daye ku ji xwe re cihek veke û wiha got: “Min xwest cihekî vekim ku ne tenê ji bo xwe ji bo jinên xizan jî bibim alîkar. Min bi tiştên biçûk dest pê kir heta ku cihê min hat naskirin. Êdî bi naskirinê re baweriya jinan jî bi min çêbû. Navê cihê min belav bû. Ji her derê jin tiştên ku bi destê xwe çêdikin tînin gel min. Ger ku tişta çêkiribin bi 20 lîrayê be min ji bo kira û keda xwe jî 2 lîra li ser zêde dikir û difirot. Ji ber ku tiştên me bi keda dest jî hatine çêkirin li gorî derve gelek erzanin. Piştî min cihê xwe mezin kir xwişka min jî bû alîkar û em bi hev re niha dixebitin."   'Qeyrana aborî bandor li me jî kir'   Bedîa di axaftina xwe de bal kişand ser karê ku dike û wiha axivî: “Xizaniyek mayînde li ber konê me rûniştiye û ev herî zêde li ser pişta jinan e. Jin heyînek kêrhatî û xûliqkare, dikare ji hûnera xwe sûdê bistîne. Armancek ya min a bi qasî temenê min kevnare ku ji bo pêşkêşkirina van kêrhatinan bibim rêyek. Armanca min û ya xwişka min jiyandina tiştên kevnare ye. Çiqasî astengiyên civakî û ji derve hebin jî me derfet afirandin. Beriya çend salan bi girseyî jin ji me re tişt çêdikirin, lê niha ji ber qeyranê hem firotin hem jî çêkirina wan kêm bûye. Jinên ku eşya dianîn ka çi anîne û bi çiqasî dide em not digirin, ji xwe em bêje tevan dinasin êdî.”   ‘Gel nikare rojane mesrefê bike'   Bedîa destnîşan kir ku qeyrana aborî li ser civakê bi bandor e û wiha bilêv kir: "Qeyranê em ji dest û lingan kirin. Bandora herî mezin cardin li xizanan kir. Gel nikare ji bo xwarin û vexwarinê mesrefê bike,  wê çawa bikaribin cil û bergan bistînin. Em jî jê gelek bi bandor bûn. Em nikarin nanê xwe derxin. Hêvîdar im ku ev rewş bi lezgînî were sererastkirin. Divê rayedar krîza aborî bibînin."