Jinên kedkar ên li perava Mersînê: Em cihê xwe dixwazin 2019-08-06 09:04:58 Gulistan Azak MERSÎN - Jinên bi salan e li perava Mersînê tezgah vekirine, diyar kirin ku şaredariyê soza xwe ya ku wê ji wan re cih tahsîs bike, neaniye cih û her wiha zabiteyan hewl daye tezgahên wan bigirin û got: “Em ne zabiteyan, soza ku hatiye dayîn dixwazin.”   Li parka Ataturk a li perava Mersînê jinên bi salane tezgah vekirine û berhemên keda destê xwe difroşin, diyar kirin ku her rayedarê şaredariyê yê guheriye, soz daye wan ku wê ji wan re cih diyar bike lê soza xwe neanîne cih û tezgahên wan ji aliyê zabiteyan ve hatine girtin.   ‘Jiyana her jinekê tije têkoşîn e’   Hatîce Şahîn diyar kir ku 15 sal berê dest ji hevjînê xwe berdaye û ji bo debara xwe û ya zarokê xwe bike dest bi firotina xişir kiriye û wiha got: “Jiyana her jineke li vir bi têkoşînê derbas bûye. Şaredariya Bajarê Mezin a Mersînê soz da ku wê cih ji bo me diyar bikin. Lê soza xwe neanîn cih. Zabîteyan hewl dan tezgahên me bigirin. Rewşa aborî ya Tirkiyeyê li holê ye, têk çûye. Em jin hewl didin bi keda xwe debara xwe bikin. Bi salane em berhemên keda destê xwe difroşin. Ji we ji ber krîzê em nikarin kar jî bikin. Em carna roja xwe vala derbas dikin. Şaredarî jî dixwaze me derxe. Em cihekî biçûk dixwazin. Me bi dehan carî daxwaz kir. Lê sozên hatin dayîn pêk nehatin.”   ‘Em bi vê qadê bûn sembol’   Leyla Muştu jî got wê bê sermaye dest bi firotina xişir kiriye û got ew ji sala 1998’an heta niha vî karî dike. Leylayê got bi vî karê ku dikin hewl didin ked, hebûn û hêza kar a jinê nîşan bidin, moral bidin jinan û jinan teşwîqê xebatê bikin. Leylayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez li vir dixebitim. Hewl didim dengê xwe bidim bihistin. Civaka serdest dixwaze jinê tune bihesibîne. Mixabin ev rewş ji bo şaredariyan jî derbasdare. Her rayedarê diguhere tê sozê dide me. Em bi vê qadê bûn sîmge.Em naxwazin ji vir biçin. Lê dibêjin ‘ev der nabe’.Me got temam. Lê gotin wê cihekî din bê diyarkirin. Lê hîna tiştek tune. Em zabiteyan naxwazin, em sozên hatine dayîn dixwazin.”