‘Şîrketên mezin bikarhêneran mexdûr dikin’ 2019-08-05 09:05:38   Rengîn Azîzoglu   DÊRSÎM - Seroka Koperatîfa Pêşvebirina Çandinî ya Pulurê Hatayî Demîr, balkişand ser girîngiya koperatîfan a ji bo hilberîneran û wiha got: “Şîrketên mezin, polîtîkayên binpêkirinê bikarhêneran mexdûr dikin. Berhemên ku erzan ji hilberîneran digirin dikarin pir biha bifroşin.Mijara herî sereke ya koperatîfan ev e ku saziyên navbeynkar ji holê rabe û têkiliyekê di navbera hilberîner û bikarhêner de ava bike.”   Di dema OHAl’ê de gelek kes bi KHK’ê hatin îxrackirin û sazî hatin girtin. Yek ji kesên hatin îxrackirin Hatayî Demîr bû. Hatayî di 29’ê cotmeha 2016’an de hat îxrackirin û piştî vê vegeriya gund û dest bi mêşvaniyê kir. Hatayî ku di heman demê de Seroka Koperatîfa Pêşvebirina Çandinî ya Pulurê ye, di heman demê de di koperatîfê de yekan e jin e. Hatayî der barê koperatîfbûnê de axivî.   Hatayî bi lêv kir ku mêşvanî ji bo jinan qada xebatê ya herî di cih de ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji hilberînê heta nêzîkbûna mêşan, bi avakirina empatiya bi xweza û zindiyan re, di her pêvajoyê de, ev pîşe li gorî jinan e. Mêşvanî qadeke hilberînê ya mirovan pêş dixe ye. Ji ber vê ez gelek kêfxweş im. Jin ji ber jinbûnê di gelek pêvajoyên biryarê de tune tên hesibandin. Lê ger em wê biyanîbûnê ji holê rabikin em dikarin rihê kolektîfbûnê bi dest bixin. Dema ev bê kirin jî di bin koperatîfbûnê de rêxistinbûn pir girîng e. Koperatîfbûn, rêxistibûna tora parvekirina hiberîner û bikarhêner e. Berpirsyariyên koperatîfan a li dijî jiyana civakî, civak û xwezayê heye. Rêxistinbûna koperatîfan jî dikare van pirsgirêkan çareser bike.”   ‘Divê koperatîf di nokteya ku ji civakê re bi fêde be bisekine’   Hatayê her wiha diyar kir ku koperatîf di heman demê de rêxistinên civaka sîvîl in û ger pirsgirêka bazarê ya hilberîner hebin koperatîf vê çareser dikin, li qada ku hilberîn hebe koperatîf ji vê re çareseriyê pêk tînin û wiha got: “Endamên koperatîfê di mijara perwerdehiyê de pirsgirêka wan hebe di alî pîşeyî di alî civakî û asta hişmendiyê de divê koperatîf li ser vê hûr bibe. Koperatîf berpirs in ku mekanîzma kontrola berheman kontrol bikin. Yanî koperatîf di alî çareserkirina pirsgirêkan de berpirs in.”   ‘Divê toreke parvekirinê ya hilberînê hebe’   Hatayî daxuyakirin ku li herêmê texrîbateke cidî ya ekolojîk heye û mêşvanî jî ji van texrîbatan di asteke mezin de bi bandor dibe û got: “Di hilberînê de di heman demê de divê toreke parvekirinê hebe. Divê aliyekî vê yê ruhanî jî hebe. Em hildiberînin, digihînin bikarhêner, em toreke bazarê ava dikin, lê em çi dikin? Çi dibe bila bibe divê rêgeza zelalbûnê pêk bê. Em çi dikin bila bikin divê em vê ji civakê re vebêjin. Şîrketên mezin, polîtîkayên binpêkirinê bikarhêneran mexdûr dikin. Berhemên ku erzan ji hilberîneran digirin dikarin pir biha bifroşin. Mijara herî sereke ya koperatîfan ev e ku saziyên navbeynkar ji holê rabe û têkiliyekê di navbera hilberîner û bikarhêner de ava bike.”