ÎSÎG: 10 jin û 6 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2019-08-02 13:19:28   STENBOL - Meclîsa ÎSÎG'ê têkildarî kuştina karkeran rapora meha Tîrmehê aşkere kir. Li gorî raporê di meha Tîrmehê de tevî 10 jin û 6 zarokan herî kêm 163 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di 7 mehên 2019'an de herî kêm 70 karkerên penaber jiyana xwe ji dest dan.    Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎGM) rapora meha Tîrmehê bi raya giştî re parve kir. Meclîsa ÎSÎG'ê diyar kir ku di meha Tîrmehê de herî kêm 163 karker de cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. Piştî Walîtiya Stenbolê xwest penaberên Sûriye heta 20'ê Tebaxê Stenbolê terk bikin. Meclisê ÎSÎG'ê rapora penaberên ku di navbera 2013 û 2019'an de jiyana xwe ji dest dane jî parve kir. ÎSÎG'ê di raporê de anî ziman ku di 2013'an de 22, di 2014'an de 53, di 2015’an de 67, di 2016’an da 96, di 2017’an de 88, di 2018’an de 110 û di 7 mehên 2019'an de jî herî kêm karkerên penaber jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG'ê da zanîn ku di 2019'an de 26 karkerên ji Suriye, 23  karkerên ji Efganistanê, 4 karkerên ji Turkmenîstanê, 4 karkerên ji Ukraynayê, 3 karkerên ji Ozbekistanê, 2 karkerên ji Azerbaycanê, 2 karkerên ji Îranê, 2 karkerên ji Gurcistanê, 1 karkerê ji Çekyalı, 1 karkerê ji Îtalyayê, 1 karkerê ji Kolombiyayê û 1 karkerê ji Rusyayê ji yana xwe ji dest dan.    Karkerên jiyana xwe ji dest dan 6 jê zarok 10 jin in. ÎSÎG'ê di raporê de anî ziman ku kesênk ji yana xwe ji dest dane herî zêle li Enqere, Stenbol û Kocaelî jiyana xwe ji dest dane.