Polîs û endamên Memûr Senê mudaxaleyî KESK’iyan kirin 2019-08-01 16:33:56   ENQERE - Endamên KESK'ê yên xwestin ji bo daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TÎS) li nêzî Wezareta Xebatê daxuyanî bidin rastî mudaxaleyan hatin. Li Derve polîsan mudaxale kir û li hundir jî nûnerên Memûr Senê mudaxaleyî KESK'iyan kir.    Endamên KESK'ê bi armanca balê bikişînin ser daxwazên xwe yên Peymana Tomarî (TÎS) ji 4 milên Tirkiye de berê xwe dabûn Enqerê û hatin Enqereyê. Endam û rêveberên KESK’ê yên gihiştin Enqereyê xwestin ji bo hevdîtinên serdema 5’emîn a Peymana Tomarî (TÎS) li pêş Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan destûr nedan ku KESK li vir daxuyaniyê bidin û bi bombeyên gazê mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de endamê MYK'ê yê KESK'ê Îlhan Yîgît, Sekreterê Giştî yê Haber Senê Burak Ustaoglu, Sekretera Giştî ya SES'ê Selma Atabey, Serokê Tarim Orkan-Senê Hamit Kurt û gelek rêveberên KESK’ê binçav kirin. KESK’iyên din jî li dijî mudaxaleya polîsan dirûşme berz kirin û meşiyan Kizilayê.    Sekreterê Giştî yê KESK'ê Ramazan Gurbuz, li salona Wezareta Xebatê mudaxaleya polîsan şermezar kir. Dema Ramazan, mudaxaleya polîsan şermezar kir rastî mudaxaleya endamê Memûr Senê hat. Ramazan bertek nîşan da û got: "Li derve em rastî mudaxaleya polîsan tên û li hundir jî em rastî êrîşa êrîşên Memûr Sen'ê tên. Ev mafê me yê herî demokratîk e."