'Jinên Efrinê ji tûnebûnê hebûnê diafirînin' 2019-07-06 09:01:45   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Jina bi navê Cemîle Muhemed a ji Efrînê û niha li Kampa Serdemê berxwedana xwe bi rengên cuda didomîne di derbarê têkoşîna xwe ya jiyanê de axivî. Cemîleyê got:"Jinên Efrînê ji bo vegerin ser axa xwe ji zehmetiyan re dibin bersiv û berxwedana xwe bi vîneke xurt didomînin. Jin ji tûnebûnê  hebûnê diafirîne."   Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrinê de gelek mal û milkên welatiyan hatin talankirin. Bi hezaran kes ji cih û warê xwe  koç bûn û li herêma Şehbayê li Kampa Berxwedan bi cih bûn. Gelê Efrînê 58 rojan a li hember balafirên dewleta Tirk  li berxwe dan. Îro bi rêbazên cuda ev gel berxwedana xwe li hember zehmetiyên jiyanê didomîne. Cemîle Muhemed a 45 salî ye, li Kampa Berxwedanê ya Şehbayê dimîne xebatê dirûtina cil û bergan dike. Di heman demê de alavên jiyanî çê dike. Cemîleyê li dijî her cureyên zehmetiyê bi vîneke xurt li berxwe dide.    'Jin afirînera jiyanê ye'    Cemîleyê wiha qala têkoşîna xwe ya jiyanê kir: "Dema mirov ji cih û warê xwe derdikeve helbet jiyan zehmet dibe. Ji kêmbûna peydakirina alavên jiyanî, derfetên dîtina kar wê demê mirov mecbûr dibe li rêbazên nû bigere û jiyanê ji nû ve li gorî demê biguhere. Dîsa careke din afirîneriya jinê derdikeve pêş ku her tiştî li gorî pêwistiyên malbat û zarokên xwe peyda bike û  hemû derfetên xwe bi kar bîne ku li ser piyên xwe bisekine. Ji bo wê jî em tim dibêjin jin afirînera jiyanê ye."    'Em hebûna xwe diparêzin'    Cemîleyê destnîşan kir ku mirov ji bo li ser piyan bimîne têkoşîn her dem pêwist e û wiha bi dawî kir: "Xebatê me ji keda destê me ye. Ji naylonên plastîk em çenteyan li ser destê xwe çêdikin  û paşê difroşin kesên ku dixwazin ji xwe re bikirin. Gelek caran em ji xelkê kampê re jî çêdikin bê ku em pere  ji wan  bigirin ji ber armanca me ya esasî em alîkariyê bidin hev û bi hev re berxwedana xwe bidomînin. Ji ber niha em hebûna xwe diparêzin. Hêviyên me rizgarkirin û vegera Efrinê ye. Jinên Efrînê ji bo vegerin ser axa xwe ji zehmetiyan re dibin bersiv û berxwedana xwe bi vîneke xurt didomînin. Jin ji tûnebûnê  hebûnê diafirîne."