Li gundê Krêdiyê pirsgirêka avê

  • 09:05 16 Tîrmeh 2022
  • Jiyan
ÊLIH - Li gundê Krêdiyê ya ji 120 malî pêk tê pirsgirêka avê tê jiyîn û şêniyên gund bi bîdonan avê birin malê û neçarin 350 TL jî tankerek av bigirin. Welatiyan diyar kirin ku divê ev pirsgirêk demildest bê çareserkirin.
 
Bi hatina havînê re germahî li Êlihê derket ser 50 dereceyî û welatiyên bi salane pirsgirêka avê dijîn, tevî hemû hewldanan pirsgirêka wan nayê çareserkirin. Li gundê Krêdiyê ya 7 kîlometre dûrî Êlihê ye, her havîn pirsgirêka avê tê jiyîn. Gund ji 120 malbatî pêk tê û ava gund ji şebekeya ava şaredariyê tê peydakirin. Lê av ji ber ji aliyê xwediyên sewalan ve bi boriyên kaçax hatine veqetandin, têr nake. Gundî bi salane vê rewşê ji rayedaran re radigihînin lê tu çareseriyek pêk nehatiye. Ji ber pirsgirêkê gelek welatî neçar man malên xwe terk bikin û bar bikin Êlihê.
 
Bi bîdonan avê dibin malê
 
Pirsgirêka avê ya her havîn tê jiyîn gundiyan mexdûr dike. Gundiyên bi sewalkarî û çandiniyê jiyana xwe didomînin, ji bo hewcedariyên xwe pêk bînin ji fabrîka û îstasyonên petrolê yên derdorê bi tankeran û bîdonan avê tînin malên xwe. Serê tankêrê 300-350 TL pere didin.
 
Li şaredariyê muxatab tune ye
 
Li gundê ku welatî nikarin ji sewalên xwe re avê bibînin, li dijî tiştên tên jiyîn, rayedar bêdengiya xwe diparêzin. Gundiyên bi salane serî li şaredariyê didin bi gotinên wekî ‘Ji ber borî kaçax hatine bicihkirin av têra we nake’ daxwaza wan li ber çavan nayê girtin. Bi taybet gundî diyar dikin ku piştî qeyûman ew muxatab nabînin.
 
Li aliyê din jî vanayên avê ji derve ne û gelek ne baş xuya dikin. Tevî hemû zor û zehmetiyan gundî dixwazin ku demildset çareseriyek pêk bê.
 
Tankêrek 350 TL têrî rojekê dike
 
Rukiye Demîr a 15 sal in li gund dijî diyar dike ku bi salane vê pirsgirêkê dijîn û ji ber vê gelek mirov mexdûr dibin û zindî zehmetiyan dikşînin. Rukiyeyê wiha dirêjî dayê: “Em bi sewalkariyê re mijûl dibin. Dem tê av tune ye, em bidin sewalan. Em bi satilan avê tînin. Em ji bîrên fabrîkayên derdorê bi tankêran avê digirin. Ji ber bihabûna benzînê em 350 TL didin tankêrekê. Tankêra tê jî têrî rojekê dike.
 
Em dixwazin dengê me bê bihîstin
 
Rukiyeyê anî ziman ku piştî tayînkirina qeyûman pirsgirêk hîn bêtir zêde bûne û wiha dirêjî dayê: “Divê hemû rayagiştî dengê me bibihîze û rayedar demildest peywira xwe bînin cih.”
 
‘Bila çareyekê bibînin’
 
Zekiye Demîr jî bertek nîşanî rewşê da û bi lêv kir ku ger av tune be wê çawa jiyana xwe bidomînin û wiha bal kişand ser rewşa xwe: “Em bi bîdonan avê tînin û hewcedariya xwe dikin. Gundê me nêzî navendê ye. Tevî vê pirsgirêka avê em dijîn. Divê demildest çareyek bê dîtin.”