Koçer ji ber astengiyên leşker û cerdevanan nikarin biçin zozanan

  • 09:02 12 Gulan 2022
  • Jiyan
Sema Çaglak  
 
ŞIRNEX - Koçerên ku bi germbûna hewayê re dixwazin biçin zozanan bi hinceta operasyonên leşkerî leşkeri ji hêla cerdevan û leşkeran ve tên astengkirin.
Li navçeyên Silopî, Cizîr û Hezexê yên Şirnexê bi germbûna hewayê re koçer berê xwe didin zozanan. Koçerên ku ji Cizîr, Mêrdîn û Êlihê derketin rê û hatine Şirnexê, li bendê ye derkevin Zozanê Çemêkarê yê li navçeya Berwarî ya Sêrtê û Herêma Besta ya Şirnexê. Lê koçer bi hinceta operasyonan hene bi astengiyan re rûbirû dimînin.
 
Her wiha hin koçerên ku berê xwe dane zozanên Colemêrg û Wanê jî ji hêla cerdevanan ve tên sekinandin û tê îdîa kirin ku ji bo derbasbûnê serê pezê 120 TL ji wan tê xwestin. Koçerên ku vê daxwaza leşker û cerdevanan qebûl nakin nikarin biçin zozanan.
 
‘Leşker û cerdevan nahêlin ku em konên xwe dayînin’
 
Koçer Sînem Ozalp diyar kir ku ew bi rojan e di rê de ne û wê derbasî Çiyayê Katoyê bibin. Sînem diyar kir ku leşker û cerdevan nahêlin ku ew konên xwe dayînin wiha got: “Em niha ji Cizîrê tên û em ê biçin Zozanên Katoye. Em bi rojan e di rê de ne û heta mehekê encax dikarin bigihêjin cihê ku em dixwazin.  Li vê derê leşker û cerdevan ji me re astengiyan derdixin. Ji me re dibêjin 'divê hûn bêyî rawestin derbas bibin'. Ne dihêlin em sewalên xwe bidin rawestandin û bidoşin, ne jî dihêlin şivanên me xwarina xwe bixwin. Ne heywanên me yên siwarbûnê û ne jî wesayitek me heye ku em barê xwe siviktir bikin. Ji ber vê divê em heta Çiyayê Kato bênavber li gel pezê xwe bimeşin.”
 
‘Ji me re zehmetî derdixin’
 
Sînemê, diyar kir ku wan hefteyek berê ji walîtîyê destur xwestine û ji bo çûyîna Bestayê ji wan re destur hatiye dayîn. Sînemê, axftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo Bestayê gotibûn hûn dikarin biçin, lê piştî  em hatin ji me re pirsgirêkan derxistin. Bi taybetî jî cerdervan ji me re astengiyan derdixin.   Şêwazê jiyana me jî jixwe zahmet e. Bi ser de jî cerdevan û leşker zehmetiyê ji me re derdixin. Ji bo çêrandina pez qad tune bû. Pezê me birçî ye, em hatin vê dere ku pezê xwe biçêrînin. Pezê me nexweş ket ji ber wê jî em dereng man. Ji malbata me nîvî gihaştine cihê ku em ê biçin, nîvî jî em di rê de mane.”