Gundê ku bi dîrok û berxwedanê tê nasîn: Marîn

  • 09:03 26 Sibat 2022
  • Jiyan
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Gundê Marin ku bi şûnwarên xwe yên dîrokî tê nasîn di salên 90'î de wekî gelek gundên herêmê êrîş lê hatiye kirin.  Ji şêniyên gund ku  cerdevanî li wan hatiye ferzkirin û ji gund hatine koçberkirin, Hevsadî Aslan got, "Êrîşên hovane kirin. Zilma xwe hîna jî didomînin.  Lê tevî vê jî em vegeriyan gundê xwe û me axa xwe parast."  
 
Her parçeyek herêmê xwedî wateyek cuda û qedîm e. Bajarê Mêrdînê jî li herêmê bi navçe û gundên xwe, bi keleha xwe ya navdar di warê cihên dîrokî û bermahiyên dîrokî de dewlemend û yek ji bajarê navdar ê Şaristaniya Mezopotamyayê ye.  Vî bajarê kevnar ji bermahiyên lê jî tê zanîn ku ji gelek çand û baweriyan re malovanî kiriye. 
 
Gundê Marin ê girêdayî Nisêbîna Mêrdînê ye jî bi xerabe û şikeftên xwe yên dîrokî  tê nasîn. Gundê ku bi keleha xwe ya dîrokî jî tê nasîn, li gorî çavkaniyên ku hatine bidestxistine tê gotin ku Keleha Marîn û Mêrdînê bi hev re hatiye avakirin û li gorî agahiyên şêniyên gund tê gotin ku berê  keleha Marîn û ya Mêrdînê hevdû didîtin û bi demê re ji ber hilweşandinê ev taybetmendiya xwe winda kirine. Gundê ku bi xaniyên xwe yên dîrokî dîmenekî rengîn derdixe holê,  koçerên li gund kon vedane jî xemla gund zêdetir dikin. 
 
Ji paşerojê heta îro gund her tim şer dîtiye
 
Gund bi piranî li derdora kelehê û di nav şikeftan de hatiye avakirin. Xaniyên gund ên ku hatine avakirin jî hemû li gorî avahiyên dîrokî yên li gund hatine lêkirin. Li gund gelek bermahiyên dîrokî jî hene ku niha ji bo sewalan tên bikaranîn û heta îro qet nehatine parastin. Ji paşerojê heta îro gund her tim şer dîtiye û di salên 90’î de jî li gundiyan pergala cerdevaniyê hatiye ferzkirin û gund hatiye valakirin û şewitandin. Piştî salan şûnde şêniyên gund careke din vegeriyane ser axa xwe.
 
‘Gund talan kirin û îşkence li me kirin'
 
Hefsadî Aslan ku di salên 90î de bi malbata xwe re ji ber cerdevandî qebûl nekirinê neçar mane ku gundê xwe biterikînin, di sala 1998 an de dîsa vegerîyane gundê xwe. Hefsadî diyar kir ku wan gelek zorî û zehmetî kişandine û wiha behsa serpêhatiye xwe û gund kir: “Em ji gund bi darê zorê hatin koçberkirin. Jiyana me jixwe bi zehmet bû. Gelek tehde li me hate kirin. Di salên 90î de hemû xaniyên gund xira kirin û em bi zorê ji gund derxistin. Her cih û warê gund telan kirin û îşkence li şêniyên gund kirin.Herî dawî bi ser mala me ve girtin û gotin 'heke hûn ji gund dernekevin em ê mala we topebaran bikin. Lê ne li mirov û ne jî li ajalan fikirîn û gund şewitandin. Wê demê zarokên me gelek biçûk bûn û em bi zoar û zahmetî ji gund derketin.”
 
‘Li gel êrîşan jî em ji axa xwe neqetiyan’
 
Hefsadî anî ziman avahiyên gund ên ku xisar li wan hatiye kirin hîna jî nehatine tekuzkirin û şêniyên gund xwe bixwe li gundê xwe xwedî derketine û gundê xwe diparêzin. Hefsadî, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê li gundê me li tevahiya cih û warên kurdan êrîş li dijî hebûna kurdan hatin kirin. Me ji bo doz û hebûna xwe gelek berdelên giran dan. Herdem li ser serê me balafirên şer difiriyan. Li me cerdevanî ferz kirin. Me jî qebûl nedikir. Loma wan jî êrîş kir û hîna jî dikin. Êrîşên hovane hatin kirin.  Wê zilma xwe hîna jî didomînin.  Lê tevî vê zilmê jî  em şêniyên gund dîsa vegeriyan gundê xwe û me axa xwe parast.”