Jinên koçer: Xweza ji bo me pîroz e

  • 09:04 6 Sibat 2022
  • Jiyan
 
Sema Çaglak
 
MÊRDÎN - Jinên koçer yên li gundê Marînê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kon vekirine, diyar kirin ku xweza ji bo wan pîroz e û her çiqas jiyana wan zor û zahmet be jî ew ji vî şêweyê jiyana  xwe hez dikin. 
 
Koçerî di dîroka Kurdan de xwedî wateyek taybet û bi qîmet e. Koçerî şêweyekî jiyana kevnar a kurda ye.  Jiyana koçeran, li gorî lîv û tevgerên xwezayî tê diguhere. Ango di jiyana koçeran de xweza xalekê sereke ye. Koçerên ku zivistanê ji ber şert û mercên xwezayê dadikevin deştê ji destpêka biharê ve ligel şert û mercên dijwar ên xwezayê carna bi saetan û carna jî bi rojan û mehan, zozan bi zozan digerin. Jinên koçer yên li gundê Marînê yê girêdayî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê kon vekirin e behsa şert û mercên jiyana xwe kirin.
 
‘Xweza ji bo me pîroz e’
Jina koçer, Zeynep Gunbak diyar kir ew 3 meh berê hatine gundê Marînê û wê heta 2 mehên din jî  li vir bimînin. Zeynep anî ziman ku xweza ji bo koçeran pîroz e û her çiqas zor û zehmetiyên jiyana wan hebe jî ew ji vê şêwazê jiyanê hez dikin. Zeynep, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jiyana koçeran bi serê xwe zehmet e. Di jiyana koçeriyê de pez wek xezînê ye. Em ligel malbata xwe 6 kes di konê de dimînin.  2 keçên min şivan in. Em serê sibehê bi şefaqê re dest bi rojê dikin. Sobeyê pêdixin. Piştre ez û şivanên xwe taştê amade dikin û em bi malbatî taştê dixwin. Xwedê çi nesîb bike. Piştre şivanên me li pez xwedî derdikevin û diçêrînin. Em jî pez didoşim û bi şîrê em ji pez didoşin mast û pênîr çêdikin.  Em debara xwe bi mast û penêrê difiroşin bikin.”
 
‘Hişkesalî bandorê dike’
 
Zeynep anî ziman ku bi taybetî di demsala zivistanê de zehmetî dikşînin û got: “Em bi mehan pirsgireka avê dikşînin. Ji ber hişkesaliyê qadên şînahî zêde tune ne. Ew jî ji bo xwedîkirina pez sedema pirsgirêkan e. Êş ketiye berx û bi gişt pezê me. Heta niha nêzî 50 sewalên me mirine. Me derman jî bi kar anî lê dîsa jî tu fêde lê wan nebû. Em ê heta biharê li wir bimînin û piştre derbasê Wanê bibin.”
 
‘Jiyaneke me ya hevpar heye’
 
Jina koçer Aynur Ep(33) jî diyar kir ku koçerî ji wan re jİ dapîr û bapîrên wan maye û hemû ferdên malbata wan koçer in. Aynur anî ziman ku jiyana koçeran jiyanek hevpar e û wiha axivî: “ Koçer bi tena serê xwe nikarin bijîn. Loma koçer hertim bi hevre ne û li gel hev dijîn. Jiyana wan û şert û mercên wan gelek zehmet in. Zehmetiya herî mezin ku em dikşînin, barkirina kon e. Em tim di rêyan de ne em payizê tên deştê û havînê jî zozan bi zozan digerin.”
 
Aynur, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Du zarokên min ên biçûk hene ji ber wê koçerî ji bo min hîn zahmet e. Em ê 2 mehên din  li vir bimînin û piştre ji vir derbasê Sêrtê bibin. Berfa ku îsal bariya bandoreke erên li ser me kir. Ev 8 sal in berfekê wisa me nedîtibû. Ev berf  hem wê ji bo sewalan baş be giya zêde be û hem jî wê ji aliyê berhemên ku em ji pez bi dest bixin baş be.”