Jinên bi xwe bawer dikarin her karî bikin

  • 09:02 14 Mijdar 2021
  • Jiyan
 
WAN - Ezo Hoste ya ku 15 sal e bi tamîrata karê ceyranê tecrube qezenc kiriye diyar kir ku jin bixwe bawer bin, tiştekî ku bi ser nexin tune.
 
Jinên di jiyanê de xwedî kedek mezinin, ji ber polîtîkayên dijberê wekheviya zayendî û rolên zayenda civakî, rastî her cureyê şîdetê tên. Tevî ku şîdeta fîzîkî ya li hember jinan pir zêde hatiye rojevê jî, jin şîdeta aborî û psîkolojîk jî ji kûrahî hîs dikin.  Desthilatdariya ku bi polîtîkayên dijminê jinê şîdet zêde kiriye, bi polîtîkayên aboriyê jî  dibe sedema pirsgirêkên jinan. Jinên li dijî van polîtîkayan li ber xwe didin, tabuya ‘karê mêran e’ dişkînin.
 
Nazîme Curga ya li taxa Dere ya Artemît a Wanê dimîne,  li mala xwe alavên ceyranê tamîr dike û ev heta hostetiyê diçe.  Nazmiye ku nîşana Ezo Hoste jî girtiyê 15 sale li ber xwe dide.
 
Rojeke Ezo Hoste
 
Ezo Hoste daxuyakirin ku li malê piştî kar di demên vala de alavên ceyranê tamîr kiriye û got piştî kar diçe dukana xwe ya tamîrê. Ezo  li gel ku dibêjin ev karê mêra ye alavên ceyranê yên cîranê xwe tamîr dike. Ezo wiha dibêje: “Min alavên malê yên biçûk tamîr dikirin. Min ketle, semawer û yên din hemû tamîr dikirin. Min yên cîrana tamîr dikirin.  Niha her cureyê alavan tamîr dikim. Demek dirêj mêran ev qebûl nedikirin.  Du roj berê mêrekî kal hat got soba min xera bûye. Got hosteyê te li ku ye. Min got hoste ez im. Li ser vê di cih de hişt û çû. Roja din hat dukanê û got min biriye gelek cihî lê tamîr nekirine, tu lê binêre.  Min sobe girt û roja din çêkir û dayê. Mêrik şaş ma. Nêrîna wî ya li hember min guherî.”
 
‘Ez nikarim alavan bigirim’
 
Ezo daxuyakirin ku krîza aborî giran bûye, du rojan carê zem tê alavên ceyranê û ev tişt vegot: “Ji ber alav bihane ez nikarim bigirim ku tamîr bikim. Ez debara xwe bi vî karî dikim. Ji ber zema tê kirin em jî bi bandor dibin.”
 
‘Tiştên ku jin nekin tune ye’
 
Ezo Hoste wiha dirêjî dayê: “Tevî krîzê em xebatan didomînin. Ez tecrubeyên xwe nîşanê cîranên xwe jî Didim. Her tişt biha ye. Jin nikarin tiştekî bigirin. Jinên alavên xwe tînin gel min ez tamîratê fêrî wan jî dikim. Gelek cîranên min niha tiştên xwe bixwe çêdikin. Bila jin bixwe bawer bin. Tişta ku jin nekin tune ye.”