‘Şerbeta hinaran bi zehmetiyên mezin tê çêkirin’

  • 09:05 13 Mijdar 2021
  • Jiyan
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Amedekariyên zivistanê bi çêkirina şerbeta hinaran re tê temamkirin. Çêkirina şerbeta hinaran di pêvajoyên zehmet re derbas dibe. Adîle Aksoy a ku ev pêvajo nîşanî me kir wiha got:"Rexmê hemû zehmetiyan em di nava amadekariya zivistanê de bi hevkariyek mezin dixebitin û ev jî me kêfxweş dike."
 
Li Mêrdînê her sal herî dawî bi çêkirina şerbeta hinaran re amadekariyên zivistanê tên temamkirin. Jin ji ber alîkariya aborî û rengdayîna sifreyên zivistanê hinarên kom kirine dikin şerbet jî. Lê çêkirina wê zehmet e.
 
Herî dawî jî hinar tên guvaştin, ava wan tê derxistin û bi agirê daran tê kelandin. Heya ku hinek ew av tîr dibe agirê wê tê geşkirin. Herî dawî jî ava hinarê hinek hênik dibe û dixin bîdonan. Ji ber ku ev av hindik derdikeve malbat ji bo tîcaretê bi kar dianîn. Zêdetir ji bo malê tê çêkirin. Di zivistanê de jî weke şerbeta herî bi nirx ji cihê xwe di sifreyan de digire. 
 
‘Bar zêdetir ser milê jinê ye’
 
Di serî de bi taybet jin di zeviyên hinaran de amadekariyên xwe dikin. Hinaran kom dikin, yên xirab û yên baş ji hev cuda dikin. Yên xirabûyî jî ji bo bibin gubre li bin qurmê daran didin hev. Piştî hinar tev hatin komkirin dora hûrkirina wan tê. Ji bo vê pêvajoyê jî cîran kom dibin û alîkariya hev dikin. Adîle Aksoy a ku vê pêvajoyê vedibêje wiha diyar dike: “Hinarên me îsal ne baş bûn. Bêje nîvê wan nexweş bûn û me ew avêtin. Hejmarek baş jî ji yên mane dernakevin. Ji xwe heya ku em mezin dikin jî em zehmetiyek mezin dibînin. Ev bar zêdetirîn li ser milê me jinan dimîne.”
 
‘Em bi hevkariyê kar dikin’
 
Adîleyê berdewam kir û got: “Ya herî xweş jî hevkariya me ya bi hev re ye. Em hemû weke şevbihêrkan li hev kom dibin. Cîran û mirovên me ne.  Em bi hev re dixebitin yên naxebitin jî li dora me kom dibin û bi dembûhêrkan re tevlî me dibin. Gelek caran em zehmetiya dikişînin jî ji bîr dikin. Pêwîst e ku em vê çanda xwe jî wenda nekin. Ev weke mîrateyekê ye û me bi hev ve dide girêdan. Tora me civakê û jinan xurt dike.”