Li Colemêrgê ji kaniyê herî diherike

  • 09:15 12 Mijdar 2021
  • Jiyan
COLEMÊRG - Jinên taxa Bîçer diyar kirin ku ji du rojan carê av tê dayîn û ava tê jî wekî heriyê ye, gelek kes ji ber vê nexweş ketine. Jinan gotin divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin.
 
Piştî qeyûm tayînê şaredariyên HDP’ê hatin kirin û şûnde, nelêrêtî û nedayîna xizmetê hat rojevê. Li Colemêrgê jî bi tayînkirina qeyûman re xizmet hat rawestîn. Di 11’ê îlona 2016’an de qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin û bi hilbijartinên 2019’an re jî piştî demekê di 18’ê cotmeha 2019’an de carek din qeyûm hatin tayînkirin. Li Colemêrgê piştî tayînkirina qeyûman yek ji pirsgirêkên tên jiyîn jî ya avê ye. Li taxa Bîçer 4 sale pirsgirêka avê tê jiyîn. Rojê du caran av tê dayîn û  du saetan  dikare bê bikaranîn. Welatiyan tevî ku daxwazname dan şaredariyê jî encamek negirtin. Jinan diyar kirin ku ava tê dayîn jî nayê vexwarin.
 
‘Av qirêj e’
 
Jina bi navê Edîbe Akgul diyar kir ku bi salane pirsgirêka avê dijîn, berê saetên sibehê heta nîvro av dihat dayîn û got: “Li Colemêrgê ava Berçelan heye û ev av dane tabura leşkeran. Ava qirêj jî didin me. Rojê carekê avê didin. Ew jî saetekê ye. Em nikarin tiştekî bikin. Em nikarin karê xwe bikin, cil û firaqên xwe bişon. Yên wesayîta wan heye diçin girê Sumbul avê tînin. Lê yên din ava qirêj bikar tînin. Ava qirêj dibe sedema nexweşiyan. Em dema diçin bijîşk em dipirsin dibê ji ber avê ye.
Em dixwazin ava me bi rêk û pêk bê.”
 
‘Em nexweş dikevin’
 
Sevda Tosun a 11 sale li taxa Bîçer rudine jî bi lêv kir ku bi salen vê pirsgirêkê dijîn û wiha balkişand ser: “Mirov ji ber ava qirêj her tim nexweş dikevin. Em çend caran çûn cem rayedaran. Lê li me guhdar nakin. Em dibêjin pirsgirêka avê heye, dibêjin depoyên avê bigirin. Derfet hebûna ji xwe me yê bigirta. Roja av tê em tenê cilan dişon. Agahiya mêran ji zehmetiya em dikşînin tune ye. Sibehê diçin êvarê tên. Bar hemû li ser milê jina ye. Em dixwazin ava me bi rêk û pêk bê dayîn. Ji ber vê avê em nexweş dikevin.”
 
‘Av wekî heriyê ye’
 
Jina bi navê Fatma Akbogan jî wiha balkişand ser pirsgirêka avê: “Bi ava didin em nikarin tu karê xwe bikin. Ji ber av nayê dayîn du roje me paqijî nekiriye. Em mexdurin. Saetekê berdidin û piştre digirin. Nahêlin em karê xwe bikin. Bi bîdonên mezin em avê digirin ew jî têr nake. ava tê jî wekî heriyê ye. Em nikarin vexwin û bikin xwarinê. Bila êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin.”