Li kuçeyên Mêrdînê dûxana agirê dan bilind dibe

  • 14:21 23 Îlon 2021
  • Jiyan
 
MÊRDÎN - Dem dema çêkirina danê Mêrdînê ye. Li her kuçeyê dûxana agirê dan bilind dibe û jin li ber sîtilan kom dibin. Zarok jî bi kelecaneke mezin mîna ku cejin be li dora sîtil û dayikên xwe kom dibin û li benda kelandina dan in. 
 
Çêkirina dan û nok weke çandeke bi salan li Mêrdînê didome. Her sal di destpêka payîzê de jin li dora agir kom dibin û dan dikelînin. Genimê  ku hatiye hêrandin ji bo savar  û danê kutilkan çêdikin. Lê mixabin çanda xwezayî û kevnar ber bi tunebûnê ve diçe, lê hîna li gelek Gundên Mêrdînê rasthatina van xebatên peyîzê pêkan e. Şayize Ecewît a ji Gundê Cûrnikê yê girêdayî navçeya Artûkliyê ye wê çêkirina dan û nokan ji me re vebêje.
 
Gundê Cûrnikê gundekî deştî ye û debara xwe bi çandiniya genim û ceh dike. Çanda ku bi hezar salan e li ser vê axê tê jiyîn xwe gihandiye heta roja îro. Bi çandiniya genim re afirandina berhemên xwerû jî pêş ketiye û heya niha bi resentiya xwe re dimîne. Yek ji van jî dan û nok e ku bi taybetî li herêmên deştî yên ku genim lê zede ye tê çêkirin. 
 
'Me bi paletiyê kom dikir' 
 
Şayîze Ecewît hîna di saetên serê sibehê de dest bi çêkirina dan kiriye. Jixwe beriya kelandina dan hîna pêvajoyên ku tê re derbas dibe heye. Di destpêkê de çandin, avdan û temaşekirina wê heye. Piştî ku genim gihişt jî bi makîneyan tê çinîn. Genim û kaya wê jî ji hev tê cudakirin. Di van rojan de jî jin dest bi çêkirina wê dikin. Weke ku Şayîzeyê jî dibêje berê çêkirina ewqas tiştan hîn zehmet bû. Ew wiha qala wan rojan dike:"Berê heta me 2 torbe genim bi dest dixist me xwîna salan dirijand. Me bi paletiyê kom dikir û me bi dewaran jî genim dihêra. Herî dawî jî me bi dest ka û genim dikir ji hev cuda dikir."
 
Ji sibehê heta mexrebê kar berdewam e
 
Niha dema kelandinê hatiye û li gelek kuçeyan dîtina agirê dan pêkan e. Ji bo em kelandina wê bibînin jî em li Gundê Cûrnikê ya girêdayî Artûkliyê ne. Şayîze Ecewît a ku ji bo hemû malbatê dan çêdike ji me re qal dike û dibêje: “Niha dem dema dan e. Ez ji bo zarokên xwe hemûyan çêdikim. Min heya niha 3 dest dan çêkir û ev ya çaremîn e. Bawer im wê heya saetên mexrebê jî berdewam bike. Min agirê xwe xweş kiriye û ava min di quşxaneyê de keliyaye. Di destpêkê de danê xwe berdidim nav de heya ku dikele jî agir gûr dikim. Ji bo gurkirina agir jî em gilêş û zêdahiyên derdorê dişewitînin. Piştî danê me keliya jî em derdixin û li ser banan bertav dikin. Heya ku hişk dibe em dihêlin û piştre jî em ê bihêrin. Em dikin savar û hûrtir jî dikin, dikin danê kutilka.”
 
'Divê çanda me were parastin'
 
Ne tenê jin li kuçeyan in. Li gel wan zarok jî bi sênîkên xwe ve li benda çêbûna dan in. Ber quşxaneyan weke cejnê ye. Bi kêf tê kelandin. Piştî ku keliya sênîkên wan amade dibin. Şayîze dibêje ev weke çandeke me ya kevnar e û divê were parastin. Şayîze got ez ê hemû karên berê nîşanî neviyên xwe jî bidim û wiha berdewam kir: “Gelek kes dan jî çênakin. Gelek çanda me ya kevnar heye û nayê parastin. Lê belê li gorî min ev dewlemendiyek e. Ango danê herî xweş jî bi destên jinê tê bidestxin. Heya niha jî ez ya makîneyan tu car nexwim jî naxwazim bixwim. Ez ê vê nîşanî neviyên xwe jî bidim. Bila çanda min berdewam bike. Pêwîst e berdewam jî bike. Mixabin her ku diçe kes li rehetiya xwe temaşe dikin.”
 
'Jin afrîner in'
 
Weke her karê demsalî û amedekariyên zivistanê cardin bi taybetî jin dixebitin. Şayîze jî qala cudahiya jin û mêr dike û dibêje: “Her tim jin karên giran û mezin dike lê yê bi hêz tê dîtin jî mêr e. Ger mêrek çarêka karê min bike wê nerazîbûnê bide nîşankirin û heya çed roja giliyan bike. Lewra piştî ewqas kar jî ez biçim mal wê bêje xwarin ne amade ye. Her tim neheqî li jinê tê kirin, lê em dizanin em jîr in û afrîner in.”