Berteka li dijî qeyûm: Pirsgirêkê hawirdor û ewlehiyê zêde bûn

  • 09:02 18 Îlon 2021
  • Jiyan
AMED - Welatiyên li taxa Peyasê ya Kayapinarê ya Amedê dijîn, diyar kirin ku qeyûm peywira xwe nake, pirsgirêkên hawirdor û ewlehiyê zêde bûne.
 
Piştî ku hevşardarên HDP’ê yên Amed û navçeyên wê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînê şûna wan hat kirin, pirsgirêkên hawirdorê jî zêde bûn û bi taybet jî di demên dawî de pirsgirêkên weke bikaranîna hişbir  û diziyê bi awayekî cidî zêde bûn. 
Jinên li taxa Peyas a navçeya Kayapinar a Amedê dijîn, diyar kirin ku şaredarî peywira xwe pêk nayne û bertek nîşanê rewşê dan.
 
‘Em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanê’
 
Şêniya taxê Bedriye Kulliye, da zanîn ku tax bi pirsgirêkan re rû bi rû hatine hiştin û wiha dirêjî dayê: “Li taxê bikaranîna hişbir û firotina wê zêde bûye. Em ji tirsan naxwazin zarokên me herin kolanê. Dema em diçin cihekî jî em derî li ser zarokên xwe digirin. Carna ji ber vê rewşê em naxwazin zarokên me yên keç biçin dibistanê. Em ditirsin. Bûyerê diziyê pir zêde bûne. Ji ber vê em bi şev bi rehetî ranazên.”
 
‘Ji ber kesên hişbirê bi kar tînin kolan hatin girtin’
 
Bedriyeyê destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên zêde bûne welatiyan ketin û têketinên kolanan ji ber ewlehiyê girtine û tevî hemû serlêdanan rayedar der barê pirsgirêka ewlehiyê de tiştekî nakin. Bedriyeyê her wiha ev tişt anî ziman: “Ev pirsgirêk bi salane didomin. Em nikarin ji kolana xwe derbas bin. Cihên ku em biçin jî hemû ji kolanê derbas dibe. Der barê vê de me gelek caran serî li keya da û me gazinên xwe vegotin. Lê hemû serlêdan vala ne. Ji ber ewlehiyê me ketin û têketina kolanan girt. Me ji hinek xwediyên xaniyan re ev vegot. Lê gotin şaredarî destûrê dide wan. Zarokên me bi taybet zarokên keç ji aliyê kesên hişbirê bi kar tînin ve tên nerehetkirin. Ji ber pirsgirêkê kolan hatine girtin lê ev jî pirsgirêkek din e. Ger ku şaredarî hebana wê ewlehî bigirta û wê kolan ji nû ve bihata vekirin.”
 
‘Şaredarî kolanê paqij nake’
 
Bedriyeyê her wiha bi lêv kir ku şaredarî kolanê paqij nake û ew paqijiya kolanê dikin û wiha dawî lê anî: “Ji ber şaredarî paqij nake em bixwe kolanên xwe paqij dikin. Em neçar in bikin. Ji ber vê hevjînê min her tim bi min dixeyîde. Dibêje ‘ma tu xebatkara şaredariyê ye, tu her tim paqij dikî.’ Em naxwazin van pirsgirêkan zêde bijîn. Divê demildest çareseriyek bê dîtin.”
 
‘Bi salan e em heman pirsgirêkê dijîn’
 
Jina bi navê Gulnaz Kosem jî  diyar kir ku qirêjiya hawirdorê ya taxê bi salan e nayê çareserkirin û şaredarî jî ev demeke dirêj e li taxê xebateke paqijiyê nake. Gulnazê ev tişt anî ziman: “Paqijiyekê nakin. Ev bi salan e em li vir in. Heman pirsgirêk bi salan e didome. Em taxê bi derfetên xwe paqij dikin. Her wiha pirsgirêka binesaziyê çêdibe. Em li şaredariyê digerin ew jî nayên. Dema tên jî qirêjiya ku paqij dikin jî davêjin wir û diçin. Em dîsa bi heman pirsgirêkê re tên rû hev. Bi rojan bîhna pîs li derdorê belav dibe. Li malê zarokê min yê nexweş û birîndar heye. Kolan ji ber qirêjiyê hemû mîkrob e. Ji ber vê zarokên me nexweş dikevin. Em her tim neçar dimînin bibin nexweşxaneyê. Bila şaredarî karê xwe bike. Bila van pirsgirêkan demildest çareser bikin.”