Jina hat koçberkirin bi nanê tenûrê hewil dide li ser piyan bisekine

  • 09:04 30 Tîrmeh 2021
  • Jiyan
Sevim Sutcu
 
ENQERE - Marya Înal a di dema qedexeya derketina derve de ji Geverê koçî Enqereyê kir bi derfetên xwe "Mala Tenûrê ya Wanê" vekir û li ber xwe da. Maryayê da zanîn çi biba jî wê yê li Enqereyê nanê tenûrê lêbixista û wiha got:"Ev 30 sal in ez vî karî dikim û baweriya min bi min heye. Ez ê 'Mala Tenûrê ya Wanê' bi cîhanê bidim naskirin."
 
Di serdema pevçûn û qedexela li Bakur a di 2015 û 2016'an de li ser welatiyan koçberî hat ferzkirin. Bi hezaran welatî ji ber zext û liferzkirinan mecbûr man bajarên xwe terk bikin. Yek ji van welatiyan a mecbûrî koçberiyê hat hiştin Marya Înal e. Maryayê ji Geverê koçî Enqereyê bû. Wê  "Mala Tenûrê ya Wanê" vekir û hewil dide li ser piyên xwe bisekine. 
 
'Me li ser înternetê dît ku mala me şewitî'
 
Marya Înal (50), di pêvajoya 2015'an de ji ber pevçûnên giran ên li herêmê tê Enqereyê hinda xizmên xwe. Maryayê wiha behsa dijwariya wê serdemê kir:"Dema li Geverê di 2015'an de qedexe hatin destpêkirin me gelek zehmetî didît ku em xwe bigihêjin xwarinê. Ez bi 6 zarokan li malê mecbûr hatim hiştin ku birçî bimînim. Bi qedexeyan em 3 mehan li malê girtî man. Dema qedexe hat îlankirin qeymeqam got biçin bajarên din. Dema pevçûnê rû da herkes mecbûr ma herin dereke din. Gelek malbat çûn bajarên mîna Stenbol, Enqere, Îzmîrê yên qet nizanîbûn. Em jî hatin ba xizmên xwe yên li Enqereyê. Me li ser înternetê dît ku mala me şewitî. Ne tenê mala me. Malên wê herêmê hemû hatin şewitandin. Dema em hatin Enqereyê zarokên min jî gelek zehmetî dîtin. Zarokên min ev heq nedikirin."
 
'Ez xwe bi hêz dibînim'
 
Maryayê da zanîn wê ji KOSGEB'ê sertîfîka girtiye û li Colemêrgê ji diya xwe hînî esnaftiyê bûye û wiha domand:"Ez çûm qursê û min sertîfîka girt. Ez ji karê xwe hez dikim. Ez xwe bi hêz dibînim. Min vê dikana ku vekir bi rêk û pêk kir û niha 6 personelên bi sigorta dixebitin hene. Ez dixwazim 'Mala Tenûrê ya Wanê' bi cîhanê bidim naskirin. Ne tenê ji Enqereyê ji bajarên cuda jî muşterî hene. Lê belê berî pandemiyê karê min baştir bû. Hatina min ket lê belê dîsa jî bi zorê min hewil da ku dikana min neyê girtin. Li ser daxwazan em dixwazin bajarên cuda şaxên xwe vekin."