Ava ku 22 roj e hatibû qutkirin di cejnê de berdan

  • 11:55 15 Tîrmeh 2021
  • Jiyan
 
ÊLIH - Li 9 gundên Hezoyê, Dedaşê ceryana dînamoyên avê qut kiribû û ava ku ji gundan re dihat dayîn asteng kiribû. Lê bi nêzbûna cejnê re ava 22 roj bû hatibû astengkirin ji bo demekê berdan. 
 
Şirketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji 23’yê hezîranê ve ceryana dînamoyên ava gundên Zîlan, Bacaxê, Selîvê, Kanikê, Malê Gir, Hiskutê, Holê, Kifîfê, Xoxê yên bi ser navçeya Hezo ya Êlihê bi hinceta “deynê ceryanê nedane” birrîbû û av ji ser gundan hatibû qutkirin. Li ser nerazîbûna raya giştî hat diyarkirin ku DEDAŞ’ê duh ceryana dînamoyên ava gundan berda ye û av herikiye gundan. 
 
Li van gundan bi hezaran welatî 22 roj bêav man. Gundiyan bi dervetên xwe bi tangêr û meteran diçûn ji Çemê Batmanê û cuha avdanê ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) av dianîn û pêdiviyên xwe avê dabîn dikirin. Li van gundan ji ber nebûna avê nexweşînên wek emel û vereşînê derketibûn.
 
Keyayên gundan destnîşan kirin ku DEDAŞ’ê ji bo Cejna Qurbanê ku demborî ye ceryan hatiye berdan. 
 
'Bêavî bû sedema mirinê' 
 
Ji ber nebûna avê Îsa Uke (16) yê ji gundê Zîlan di 10’ê tîrmehê de çûbû cuha avê ya aydê DSÎ’yê ku xwe û cilên xwe bişo, di avê de xeniqîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Li derodora cuh tu tevdîrek ji bo ewlehiya mirovan nehatiye girtin û ji ber vê yekê rê li ber xeniqandinê vedike. 
 
Ji bo şînê û cejnê avê berdan 
 
Li gundê Zîlan ji ber şîna Îsa Uke û hatina Cejna Qurbanê di 13’ê tîrmehê de ceryana dînamoyê gund hatibû berdan û piştî 20 rojan av hatibû berdan.