Hatîce Dayan: Şivanî ne karê mêran ê jina ye

  • 09:04 9 Tîrmeh 2021
  • Jiyan
 
Rojda Aydin
 
SÊRT - Hatîce Dayan a ku li taxa Bariş a navenda Sêrtê şivaniyê dike ku bi hezkirinek mezin wek zarokên xwe li sewalan xwe dinêre, dibêje ku şivanî ne karê mêran e, karê jina ye.
 
Jin di her qadên jiyanê de kedek mezin didin û di her qadê de cihên xwe digirin. Jinên ku di her qadê de bi sekna xwe û keda xwe xwe nîşan didin ji pergala yek zilamî re dibêjin ku ew li vir in û dikarin. Yek ji van jinan jinê têkoşer jî Hatîce Dayan (45) li taxa Bariş a navenda Sêrtê ye. Hatîceya ku jê re Xecê jî tê gotin hem cotkariyê û hem jî şivaniyê dike.
 
30 sal in li Sêrtê ye
 
Hatîceyê, anî ziman ku ew  bi eslê xwe ji navçeya Basayê ya Şirnexê ye û 30 sal in jî li Sêrtê dijî û wiha got: “Di sala 1993’an de piştî zewicîm hatim vir. Lê piştî ku hatim malbata min jî ji ber ku gundê wan hikûmeta Tansû Çîller şewitand ew jî hatin Sêrtê. Jiyana min li Sêrtê bi karê malê, nêrîna sewalan û karê çandiniyê derbas dibe.”
 
‘Bi derketina rojê re karê min dest pê dike’
 
Hatîceyê, destnîşan kir ku karê wê bi derketina rojê re dest pê dike û wiha behsa rojeke xwe kir: “Serê sibehê dema radibim sewalan ji axur derdixim û berê wan didim çolê diçêrînim. Ne bi tenê ez gelek jinên din jî hene ku li vir şivaniyê dikin. Dema ez sewalan tînim diçêrînim bi wan jinan  re jî sohbetê dikim heta ku diçim malê. Em serê sibehê zû tên sewalên xwe tînin van çolan. Çend saetan diçêrînin vedigerin malê. Ji ber ku havîne gelek germ e mirov nikare li ber tavê bibimîne. Her wiha sewal jî nikarin li ber tavê bibînin. Ji ber vê yekê heta hewa germ dibe em vedigerin malê. Dema êvarê hênik dibe carekedin sewalên xwe ji hindir derdixin berê wan didin çolê heta saetên dereng. Dema diçim pez û bizinên xwe didoşim, şîr germ dikim û dikim mast. Piştre diçim karê baxçe dikim. Min di baxce de zebze çandiye û darên min ên fêkî jî hene, ez wa av didim. Her  wiha xubar û eşifê dikim. Ji bo sewalan diçim giha diçinim û tînim. Li malê jî zarokên min hene û ez bi wan re mijûl dibim. Ez ji bo wan jî taştê û şîvê made dikim.  Nîvro gelek germe ji ber vê yekê tenê nîvro du sê saetan bêhna xwe vedidin. Dema êvarê hênik dibe carekedin sewalên xwe dibin çêrê. Karê min tim heye û her dibezim. Li aliyekî jî nanê sêlê çêdikim ji bo zarokan.”
 
‘Her dayikek beriya avabûna rojê li ser piyane’
 
Hatîceyê, dazanîn ku şivanî tiştekî xwezayî ye û wiha behsa şivaniya xwe kir: “Ji zarokatiya xwe heta niha ez ji sewalan gelek hez dikim. Berî van sewalên min jî 30 bizinên min hebûn û min wan xwedî dikir. Lê ji ber ku min li HDP'ê xebat dikir û hatim girtin karê şivaniyê nedomiya. Dema ez ji sewalan qût bûm min gelek bêriya wan dikir. Piştre min got ez ê carekedin sewalan xwedî bikim. Min bi du sewalan dest pê kir û hejmara sewalên min zêde bû. Niha 11 sewalên min hene.”
 
‘Şivanî karê jinê ye ne ya mêran e’
 
Hatîceyê, bi lêv kir ku divê bi tenê jin şivaniyê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şivantî çandeke, destpêka mirovahiyê ye. Kedîkirina sewalan bi jinê hatiye destpêkirin û ji ber wê dê jin di vî warî de serkeftiîtir be ji mêran. Mêr nêçîrvanin û sewalan qetil dikin. Şivantî di rastiya xwe de karê jinê ye. Ji ber ku jin wek zarokên xwe li sewalên xwe dinêrin. Ez ji parve heta niha bi kêfxweşiyeke mezin serê sibehê radibim û şivantiyê dikim. Min rojekê ji hevalekî re got ez dixwazim ku jineke bazirgan hebe. Çima hin pêşe wekî yê mêr tên dîtin. Lê ajovaniya min tune ye û belgeya min a ajovaniyê jî tune ye. Ez dixwazim jinên bazirganiyê dikin jî hebin. Şivantî tenê ne çêrandina sewalan e û karekî pîroz e. Ez sewalan wek zarokên xwe dibînim. Dema sewal ligel min bin ez nikarim rûnim. Ji ber ku hemû li dora min kom dibin û dixwazin ez bi wan re bilîzim. Sewal hîs dikin. Min nav li sewalên xwe kiriye. Dema ku ez bi navê wan bangî wan dikim tên gel min.”
 
‘Jina ew feodalîte şikand’
 
Hatîceyê, di dawiya axaftina xwe de got ku berê şivantiya jinan şerm dihat dîtin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şivantî wekî karê mêran dihat dîtin lê niha jin jî gelek rehet vî karî dikin.  Em jinên şivan dema tên ligel hev li ser gelek mijaran sobeht û nirxandinan dikin. jJin bila tu carî ji xwe re sînoran daneynin. Bila jin bizanibin ku dema bixwazin dikarin hemû karan bikin.”