Nahêlin li gundê Çayustu jiyan bê avakirin

  • 09:03 31 Gulan 2021
  • Jiyan
 
Gulîtan Azak
 
DÊRSÎM - Gundê Çayustu ji aliyê dewletê ve hatibû valakirin û şewitandin. Ev 28 sale destur nayê dayîn ku ji nû ve bê şênkirin. Hacîme û Huseyîn Aktaş yên li gund dijîn û 8 sale bê ceryan jiyana xwe didomînin, rewş protesto kirin û xwe amade dikin ku wê li ber Walîtiyê çalakiya runiştinê pêk bînin.
 
Gundê Çayustu yê girêdayê Pilûra Dêrsîmê, di 1994’an de hat valakirin û şewitandin.  Gundiyên ji ber zextan koçberî Xerpêt û bajarên din bûn, di 2013’an de vegeriyan ser axa xwe. Lê dema vegeriyan dîmenê li pêş wan ew gelek xemgîn kirin. Gund hatibû wêrankirin û tu tiştek nemabû. Gundiyan hewl dan gund ji nû ve ava bikin û di bereqeyên biçûk de jiyana xwe domandin.
 
Av û ceyran tune ye
 
Welatiyên ku hewl dan qada jiyana xwe ji nû ve ava bikin, bi pirsgirêka av û ceyranê re hatin rû hev û bi salane li benda çareseriyê ne. Welatî bi jenerator û motorên avê hewcedariyên xwe peyda dikin. Her wiha hemû serlêdanên welatiyan jî bê encam dimînin. 
 
Tarî dibe her kes vedigere malên xwe
 
Li gund 8 mal hene û piranî nifûsa gund ji kal û pîran pêk tê. Welatiyên ku pirsgirêka çav dijîn, neçar dimînin ku çawa tarî dibe vegerin malên xwe. Her wiha di bikaranîna dermanan de jî pirsgirêkan dijîn.
 
Hecîme ya 71 salî û Huseyîn Aktaş yê 83 salî jî li gund dijîn û bi jeneratorek biçûk, dolaba xwe didin xebitandin ku xurekên wan xira nebe. Hacîme diyar dike ku ji ber pisgirêka av û ceyranê zehmetiyan dikşînin û wiha pê de çû: “28 sale pêşî li me digirin, astengiyan derdixin.  Em çawa bijîn. Çavên me nabînin. Êvar dibe em hema diçin nav nivînan. Em nikarin dermanên xwe jî bi kar bînin. Jeneratorek me ya biçûk heye.  Em vê jî tenê du saetan ji bo dolabê pêdixin ku xurek xira nebe. Em xwarina xwe jî li ser agir çêdikin. Av tune ye. Tevî temen ez cil û firaqan bi destan dişom. Ji ber av tune ye em nikarin çandiniyê jî bikin. Hinek darên me li ber derî hene, sewal wan dişkînin. Ji ber ceyran tune ye bi şev em nikarin mudaxale jî bikin. 28 sale jiyan tune ye. Me çi kir jî bê encam ma.”
 
‘Em ê li ber walîtiyê protesto bikin’
 
Huseyîn jî der barê mijarê de wiha got: “PKK kirin hincet û gundê me şewitandin. Em bi salan ji gundê xwe dur man. 19 sal şûnde em hatin. Lê gund wêran bibû. Me bi deyn xaniyên xwe ava kirin. Lê ceyranê nadin. 8 sale em di tariyê de ne. Bi dehan carî me serlêdan kirin. Lê qet em guhdarî jî nekirin. Ji ber ceyran tune ye, bi şev em sewalên biyanî yên tên ber derî jî nabînin.  Ne tenê ceyran, av û rê jî tune ye. Em nikarin baxçeyên xwe av bidin.  Li gund jiyan nehiştine. Em çûn cem keya. Ger pirsgirêkên me neyên çareserkirin em ê li ber walîtiyê dest bi çalakiya protestoyî bikin. Êdî bes e.”