Gelo polîs diziyê ji nedîtî ve tên?

  • 09:04 17 Nîsan 2021
  • Jiyan
Oznur Deger
 
ENQERE - Ji ber polîtîka bêcezabûnê li bajaran dizî û firotina hişbirê zêde bû. Pupuş Utku ya li altindagê ye da zanîn ku li taxa wan dizî her diçe zêde dibe û tevî ku polîs dizanin tiştekî nakin.
 
Di encama polîtîkayên ku desthilatdarî dimeşîn de li her çar alî welat dizî, firoşkariya hişbirê û fuhuş zêde bûye. Ligel vê kuştinên jinan û êrîşa zayendî li dijî zarokan jî her diçe zêde dibe. Di 14’ê Nîsana 2020’an de bi hinceta pandemiyê ‘qanûna efûyê’ anîn û bi vê re jî 90 hezar kesên ji dizî, hişbir, destdirêjî û tecawizê girtî hatin tahliyekirin.
 
Ulus cihê diziyê ye
 
Piştî tahliyekirinan li welat kuştinên jinan, êrîşa zayendî li dijî zarokan û bûyerên dizî û hişbirê zêde bûn. Li Enqereyê jî fuhuş, hişbir û dizî gelek zêde bûye. Li navçeya Altindag, li taxa Kale ya Ulusê ev bûyer gelek zêde bûne. Şêniyên kolana 2’emîn a taxa Kaleyê diyar kirin ku firotina hişbirê zêde bûye û dizî gelek tê kirin. Welatiyan bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku tevî bi dehan carî serî li polîsan dane jî tu tiştek nehatiye kirin.
 
Bi şev û roj dizî tê kirin
 
Welatiyan daxuyakirin ku şev û roj ferq nake her roj bûyerên diziyê tên jiyîn û gotin ewlehiya canê wan nemaye. Her wiha welatiyan diyar kirin ku polîs mudaxale nakin, tu tiştekî nakin û gotin ew ditirsin ku bikevin kaniyên ku dizî lê hatine kirin.
 
‘Li her derê dizî heye’
 
Jina bi navê Pupuç Utku ya 78 salî ku 50 sal e li taxê dijî bûyera diziyê vegot û ev tişt anî ziman: “Taxa me di demên dawî de hatiye asteke ku mirov nikarin lê bijîn. Berê taxa me qerebalix û xweş bû. Lê mixabin niha em ji ber diziyê bêzar bûne. Berê me deriyên xwe vekirî dihiştin û em radizan. Niha em bi roj ditirsin. Berê dizî tunebû, esrar tunebû. Niha her tişt zêde zêde bûye.”
 
‘Ez nobetê digirim’
 
Pupuçê daxuyakirin ku tevî polîs dizanin dizî tê kirin û hişbir tê firotin tiştekî nakin û wiha pê de çû: “Em gilî dikin lê roja din diz tên berdan. Tevî ku dizanin ev kes çi dikin çima tên berdan gelo? Gelo divê mirovan bikujin wisa bên girtin. Dizan hewl dan bikevin mala min jî. Ji ber vê min têl li ser banê xaniyê xwe xist. Ez nikarim biçim cem zarokên xwe. Ez her tim nobetê digirim. Hemû xaniyên taxê şevneşînin. Ez mehê bi hezar TL debara xwe dikim. Zehmete mirov bi vî pereyî bijîn. Dibêjin wê xaniyên taxê hilweşînin. Ez ji taxa xwe hez dikim. Ez naxwazim hilweşînin.”
 
Bila vegere rewşa berê
 
Şêniyên taxê hêvî dikin ku taxa wan veguhere rojên xwe yên berê yên xweş û aram. Di navbera şêniyên taxê de bêbawerî   serdest e. Ji ber bûyerên diziyê globalbûneke û bêbaweriyek afiriye. Bêhestiyariya rayedaran a li hember taxê jî didome.