Jin li dijî binpêkirina mafan xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin

  • 09:32 4 Adar 2021
  • Jiyan
 
Gulîstan Azak
 
AMED - Jinên gundê Kabê ku li dijî binpêkirina beden û kedê xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin wiha gotin: “Divê em li dijî şîdet û binpêkirinê dest bidin hev, ligel hev têbikoşin. Ev êdî ferze. Em ê 8’ê di Adarê de li qadan bin.”
 
Ji 8’ê Adara sedsala 19’emîn heta 8’ê Adara 2021’ê , ev nêzî 200 salî ye, meşaleya jinan li dijî binpêkiria ked, êrîşên li ser bedena jinê, newekhevî şîdet û şer daye pêxistin hîna dişewite. Jinên kedkar û karker ku ev 200 sale jiyaneke mirovane dixwazin roj bi roj têkoşîna xwe bilind kirin.
 
Wek hemû cîhanê li Tirkiyeyê jî jin di şertên giran de dixebitin û tevî hemû cudahiyên cîhanê jin bûn yek û li dijî binpêkirina pergalê gotina xwe dikin yek. Jinên gundê Kabê ya Amedê jî ji bo gotina xwe bikin yek ji bo 8’ê Adarê re xwe amade dikin.
 
‘Rê ji têkoşînê derbas dibe’
 
Jina bi navê Fahriye Uyanik ya hem karê çandinî hem sewalkarî û hem jî karê marketê dike diyar kir ku ji ber krîza aborî û binpêkirina kedê yên herî zêde bi bandor dibin jinên li gundan e û got w jî di korteja 8’ê Adarê de cih bigire. Fahriyeyê daxuyakirin ku pergala mêr  wek şîdet, newekhevî, xizaniyê li jinan vedigere û ev tişt anî ziman: “Bi taybet jinên li gund dijîn şev û roja wan tune ye. erd, sewal, kar û zarok... Ji xwe sewalkarî û çandinî jî qedandine êdî. Li gundan debar zehmet e êdî. Min li ber derê xwe dukanek biçûk vekir. Ez debara xwe bi vê dikim. Yên herî zêde kedê didin jin in, mixabin yên herî zêde rastî şîdetê tên jî jin in. Keda jinê tê binpêkirin. Jin her roj tên qetilkirin. Bêguman riya çaerserkirina vê têkoşîne. 8’ê Adarê roja ku mafê jinan dide bibîrxistinê ye. Roja me ye. Divê em hemû bên gel hev û dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Em dest bidin hev û têbikoşin’
 
Jina bi navê Saîme Yaşar jî ku hem bi sewalkarî û hem jî bi çandiniyê re mijûl dibe, bi lêv kir ku wê ew jî tevlî bernameyan bibe û li dijî şîdet û binpêkirinê dengê xwe bilind bikin. Saîmeyê ev tişt daxuyand: “Divê jin dest bidin hev û bi hev re têbikoşin. Jin bi şev û roj dixebitin, kedê didin lê yên herî zêde xizan tên xistin dîsa jinin. Ji ber kuştinên jinan êdî em nikarin nûçeyan temaşe bikin. Zarok tên qetilkirin. Jin tên qetilkirin. Êdî tehemula men emaye. Ji ber vê 8’ê Adarê gelek girînge. Em jinên li gund jî wê tevlî çalakiyan bibin û dengê xwe bilind bikin. Ev êdî ferze. Divê em li dijî şîdetê dengê xwe bilind bikin.”