‘Tevî hemû zehmetiyan jiyana gund baştir e’

  • 09:06 15 Sibat 2021
  • Jiyan
 
MÛŞ - Aysel ji bo xwendina zarokan berê xwe dide Gimgimê, li vir gelek bi zehmetiyên dijwar re rûbirû dimîne. Ji bo Ayselê çend jiyana li gund zehmet e jî têkiliyên li gund water dibine.
 
Jina bi navê Aysel Kuçukçelekî ya li Gimgim a Muşê dijî, yek ji jinên ji ber xwendina zarokên xwe neçar maye ku gundê xwe terk bike. Aysel li dijî jiyana bajêr hewldide li bajar jiyana kolektîf bide jiyîn.
 
Aysel abi eslê xwe ji gundê Kaniye Mera ya Gimgima Muşê ye piştî ku zewicî çû gundê Niftîk a Gimgimê bi cih bû. Aysel ji bo xwendina zarokan neçar ma ku bi malbata hevjînê xwe re berê xwe bide navçeyê. Aysel wiha behsa rewşa xwe dike: “Ji bo xwendina zarokan em çûn Gimgimê. Em di malekî de 23 kes bûn. Zarokên xwesûya min jî pir biçûk bûn. Min li zarokên wê jî mêze dikir. Temenê min biçûk bû. Piştî zarokên me mezin bûn em jî hatin Gimgimê.”
 
‘Berê jiyan zehmet bû’
 
Ayselê diyar kir ku jiyana berê pir zehmet bû, lê niha ne wisa ye û wiha behsa xwe ya hatina li navçeyê kir: “Niha av heye, cilşo, firaqşo heye. Her tişt heye. Berê me cil bi destan dişûşt, karê li gund çend bêjin zehmete. Em li gund bi çandiniyê re jî mijûl dibûn. Lê niha jiyan gelek guherî ye.”
 
‘Bi sewalkariyê min debara malê kir’
 
Aysel, destnîşan kir ku despêkê jiyana li Gimgimê zehmet bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em hatin navçeyê me tiştek bi xwe re neanî. Em tenê bi valîzekî hatin navçeyê. Dema em li Gimgimê li xaniyekê bi cih bûn ne pace û deriyên wê hebûn û me derî û baceyan bi naylonê girt. Pereyê me tunebû. Her yek li cihekî dixwebitî û bi keda xwe me xaniyek çêkir. Piştre min hinek sewal stend. Min bi sewalkariyê debara malê dikir. Her wiha min nedixwest ez dest ji jiyana gund berdim.”
 
‘Têkiliyên bere baştir bûn’
 
Aysel bal kişand ser têkiliya li gund hatî dayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berê baweriya mirovan bi hev hebû. Niha kes bi kesî bawer nake. Berê kes bihata malên me nanê xwe parve dikir. Lê niha wisa nîne. Ez gelek bêriya berê dikim. Tevî hemû zehmetiyan  jiyana gund baştir bû.”