Li Şirnexê ji ber berfa bariya rê hatin girtin

  • 12:20 23 Kanûn 2020
  • Jiyan
 
ŞIRNEX - Li navçeyên Qileban û Elkê ji ber barîna berfê rê hatin girtin.
 
Li heremê ji ber berfa ku zêde barî li navçeyên Elkê û Qilebanê û gundên girêdayî navçeyê rêyên wan hatin girtin. Her wiha ji ber berfa barîya rê hatin girtin. Welatî nêzî  2 km meşiyan heta navçeya Elkê.
 
Ji aliyekî din ve jî ji bo rêyên ji berfê hatine girtin bên vekirin tu xebat nehatine kirin.