Dengê dengbêj Behiye Bakî dîwaran derbas dike

  • 09:18 15 Kanûn 2020
  • Jiyan
Nazan Sala - Şehrîban Abî
 
WAN  - Behiye Bakî ya dengbêj ku di GIrtîgeha Tîpa T ya Wanê de dimîne dengê wê dîwaran derbas dike. Behiye ya ku bi stranên Ayşe Şan Meryem Xanê mezin bûye, ji ber sitranên ku dibêje di girtîgehê de dimîne. Behiye got, "Tenê bedena min girtî ye, lê nikarin dengê min qut bikin." 
 
Behiye Bakî(32) ya li girtîgeha Tîpa T ya Wanê dimîne, 4 salin bi dengê xwe dîwarên girtîgehê derbas dike û xwe digihîne bi hezaran girtiyan. Behiye ya di nava 4 salan de şahidî ji girtina gelek jinan re kirye, bi stranên xwe, êş û kêfxweşiya xwe parvedike. 
 
Behiye di 15 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kkiriye, li dijî bêtehemûliya dewletê ya li dijî zimanê kurdî û nêzîkatiya baviksalar a malbata xwe têkoşîn daye. Behiye di sala 2017'an de ji ber dengbêjiya ku dike, bêyî ku tu delîlên sûc nîşan bidin li ser îfadeyên hin kesan bi îdaya, "Endama rêxisitnê ye" hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Behiye zahmetiyên ku li girtîgehê dikişînê û yên li derve kêşandine ji me re vegot. 
 
'Di 15 saliya xwe de bûm dengbêj'
 
Behiye diyar kir ku dema ew 13 salî bûye dayika wê kastên Ayşe Şna û Meryem Xanê distendin û ew ji wan geleke bi bandor bûye. Behiye di berdewamiyê de wiha got, "Dema ku min stranên kurdî guhdar dikirin ez gelek kêfxweş dibû. Ji ber wê min jî li derve, mal û li zozan dest bi strandinê kir. Dema ku ez 15 salî bûm dengê min ji aliyê derdora min ve hat kifşkirin. Malbat û hevalên min digotin dengê te gelek xweş e.  Mlabata min 'digot tenê li malê bistirê li derve nestirê'. Lê ez çûm navendeke çandê ya Gevera Colemêrgê û min li wê perwerdeya deng dît. Di 5  salên dengbêjiya xwe yên ewil de min ji derdora xwe gelek zext dîtin. Lê min têkoşîna xwe berdewam kir. Ez li gel strandinê dengbêjiya ku çanda Gelê Kurd e jî diparêzim.""
 
'Ez êdî wekî dengbêj dihatim naskirin'
 
Behiyeyê diyar kir ku ji bo dengê xwe bide bihîstin cara yekê bi komek hevalên xwe re di 2009'an de li wanê strandiye û ev tişt got, "Ez êdî nema tenê Behiye bûm û Dengbêj Behiye bûm. Min li ser dengbêjiyê ji dengbêjan jî perwerde dît. Wê demê min ji radyoya Êrîvanê jî stranên kurdî guhdar dikirin.  Ya herî zêde min sûd jê girt ev radyo bû. Ez li bajêr diçûm pîrozbahî û dawetan û min stran digotin.  Di dengbêjiyê de êş, xweşî û kêfxweşî hemû dikarin bi rêya stranan bên gotin."
 
'Tenê bedena min girtî ye ne dengê min'
 
Behiyeyê diyar kir ku wê li navendên çand û hunerê û li ser dikan dengbêjî kiriye, tevlibûna wê ya van şahiyan sûc hatiye dîtin, di sala 2017'an de hatiye girtin û vê jî bêtehemûliya îqtîdarê ya li heberî çanda kurd derxistiye holê. Behiye wiha dirêjî da axaftina xwe, "Li vê derê tenê bedena min girtî ye lê dengê min ne girtî ye. Ji ber wê dengê min ne girtî ye tenê bedena min girtî ye. Dengê min li girtîgehê olan dide.  Bi jinan re li vir em êş û kêfxweşiya xwe bi stranan tînin ziman. Em di nav çar dîwaran de bin jî divê em xwedîli çanda xwe derkevin. Min bi dengbêjiya xwe malbat û civaka xwe guhert.  Ji ber ku min dengbêjî kiriye ez hatime girtin, lê dengbêjîtî ne sûc e. Gelek kes hayê wan ji min tune ye ku ez li vir im .Ji ber ku her kes min wekî dengbêj nas dike."
 
Dengê wê diecibînin
 
Behiye got ku ew li girtîgehê li ser daxwazên jinan distirê û dema ku stranên xwe dibêje ji qawîşên din jî jin bi çepik û fîzandin bersîvê didinê.  Jinên girtî di nameyên xwe yên ji behiyeyê re dinivîsin de dibêjin ew gelek ji dengê wê hez dikin û dibêjin dema ew derkevin derve jî dixwazin ji Behiyeyê sitranan guhdar bikin."