Dema zozanan diqede: Hilberîn tune ye!

  • 09:03 27 Îlon 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
COLEMÊRG - Berîvanên gundê Guldali ya Geverê dijîn debara xwe bi sewalkariyê dikin û diyar kirin ku sewalkarî wek berê eleqeyê nabîne, êdî hilberîn jî tune ye.
 
Colemêrg û navçeyên wê ku xwedî çavkaniyên xwezayî yên av û çiyayên bilind in, sewalkarî çavkaniya debara wan e. Gelê li gundê Bilindbasan a Gever a Colemêrgê dijîn jî debara xwe bi sewalkariyê dikin. Berîvan her roj heman saetê li zozanên gund tên cem hev û li vir pezê xwe didoşin. Beşek şîrê xwe difroşin û beşekê jî ji bo xwe dihêlin. Berîvanên heta dawiya îlonê pez didoşin, gazinc dikin ku îsal nikaribûn berhemên xwe bifroşin.
 
Qendê Firat da zanîn ku sibehê çawa radibe karê malê dike û saet di 10.00’an de bi jinan re diçe zozanan û wiha pê de çû: “Em 4 saetan di bin rojê de disekinin. Em pez didoşin û saet di 14.00’an de vedigerin malê. Em 9 jin tên zozanan. Berê her malek herî kêm 50 mîhê wan hebû niha yê her kesî herî zêde 15 heb hene. Yekane çavkaniya debara me sewalkariye. 20 rojên me yên din jî heye ku em pez bidoşin.”
 
Xecê Sakar bi lêv kir ku karê wan, çêkirina xwarinê, dotina pez û paqijkirina malê ye û got: “Em beramberê keda xwe jî nagirin. Yekane çavkaniya debara me sewalkariye. Yên sewalên wan zêde ne pisgirêka debarê najîn. Lê yên tune pirsgirêkan dijîn.”
 
Safiye Otken jî daxuyakirin ku pezê wan tune lê ji bo şîr, penîr û bi pereyê xwe tê pezê xelkê didoşe û got: “5 zarokên min hene. Hevjînê min naxebite. Karê em bikin tune. Ji bo debarê ez neçarim bêm. Ez malbata xwe wisa xwedî dikim.”