Muzeyyen Înan: Mirov ji ekla bastîqa hejîran têr nabe

  • 09:02 5 Îlon 2020
  • Jiyan
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Li bajarokê Erebanê yê navçeya Hezexê Mûzeyyen a ku li baxçe û bostanan hilberînê dike diyar kir ku divê her kes li axa xwe xwedî dere û hilberîneke xwezayî bike.
 
Li  bajarokê Erebanê yê navçeya Hezex a Şirnexê, jina bi navê Muzeyyen Înan(49) a ku dayika 9 zarokan e tim karê çandiniya xwezayî kiriye. Mûzeyyen a ku karê baxce û bostanan dike hemû hilberîna xwe bi rêbaza xwezayî pêk tîne û hemû zebze û fêkiyê ku kom dike ji bo zivistanê amade dike. Muzeyyen a ku di baxceyê wê de hejîr çandine ji hejîran bastîqê çêdike. Muzeyenê diyar kır ku mirov ji ekla bastîqa hejîran têr babe.
 
Muzeyyenê, anî ziman ku di baxceyê wan de darên hêjîran hene, ew van hejîran kom dikin  û wiha behsa çêkirina bastîqa hêjîran kir: “Em di meha adarê de darên hêjîran dikesixînin û cot dikin. Gihayê ku di nav wan de şîn dibe em diçinin ji bo ku zerarê nede wan. Di meha tebaxê de jî em dest bi komkirina  hêjîran dikin. Em serê sibehê diçin ji daran  hêjîran komdikin û tînin  malê. Em hêjîrên ku gihiştîne û rengê wan sorin komdikin. Hêjîrên ku xirap bûne em nakin bastîq. Em agir pêdixin û sîtilê didin ser agir, hêjîr û şîr dikim nav hevdû. Ji bo her kîloyekî hêjîr qedehek şîrê çêlakan dikim navê. Li ser agir hêjîr û şîr bi hev re gelek baş dikelînim. Ji bo ew hêjîrên di sîtilê de keliyane baş bipelixin li robotê dixim. Her wiha ji bo tema wê xweştir be jî behîv û gûzan jî dikim navê. Piştre li ser pot an jî li ser kaxezên firinê bi awayek tenik radixim. Rojekê li erdê li ber tavê dimîne û zûha dibe û roja din ez diçim hemûyan kom dikim. Bastîqa me bi vî awyî tê çêkirin.”
 
‘Çêkirina bastîqa hejîran ji ya tirî hêsantir e’
 
Muzeyyenê diyar kir ku ew tene ji hejîran bastîqê çênakin di heman deme ji bo zivistanê hişk jî dikin û wiha berdewam kir: “Karê me zahmet e û em gelek diwestin. Lê dema ku em beremên derdixînin holê dibinin em gelek kêvxweş dibin.  Bi taybetî çêkirina bastîqê zahmet e. Em diçin  di bin germahiya tavê de hêjîran kom dikin. Heta em vê bastîqê çêdikin em li ber agir dişewitin. Bi taybetî ji ber ku ez tenê me ev kar ji bo min zahmet e. Ez hejîrên xwe nafiroşim. Hinekan hişk dikim û yên mayî jî dikim bastîq. Ez hin caran ji xizmên xwe re jî dişinim. Ev ji bo me zivistanê wekî şirinahiyê ne, mirov têr jî dikin û naêşînin. Em hejîran zede nakin bastîq, lê ji ber ku  vê salê tirî kêm bû min cara yeke ji hejîran bastîq çêkir.  Tama herduyan jî xweş e. Lê çêkirina batîqa tirî zamet e. Ji ber ku piştî em tirî diçinin em diesrînin, piştî ava wî derdixin û dikelinin em li bende dimînin ku danisile û pitîqi ku careke din kel pê tê me ard li nav dikin û ji bo bastîqê amade dikin. Ew jî dema me zede digire.”
 
‘Em hilberîna zebze û fêkî jî dikin’
 
Muzeyyênê diyar kir ku ew tene bastîqê çênakin di heman deme de baxçe û bostanên wan jî hene û wiha berdewam kir: “Em her tiştên xwe bi xwe hildiberînin û her berhemekê di dema wê de hildiberînin û yên mayî jî ji bo zivistanê amade dikin. Min li baxçeyê xw zebze çandiye û di baxceyekî min de jî gelek darên fêkiyan hene. Em tu carî zebze û fêkiyan ji derve nakirin. Em hemû tiştan bi destên xwe çêdikin û dixwin. Hemû tiştên me xwezayîne.”
 
‘Divê em xwedî axa xwe derbikevin’
 
Mûzeyyenê, di dawiya axaftina xwe de got dema jin bixwaze dikare hemû karan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê em xwedî axa xwe derbikevin. Em di axa xwe de tim çandiniyeke xwezayî bikin.”