'Em dikarin di nava erdekî zûha de bihûştekî ava bikin'

  • 09:03 21 Tebax 2020
  • Jiyan
Rûperîn Bekir  
 
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku li Wargeha Berxwedan dijîn diyar kirin ku derdora xwe bi hezkirineke mezin avakirine û gotin: "Em hîn bûne ku her derdora me şînkahî be. Em dikarin di nava erdekî zuha de jî bihûştekî ava bikin." 
 
Her jin her tim dixwaze ku derdora wê şînkahî be û bi rengên cuda bi xemilandî be. Devera ku xweza lê hebe ew der zindî ye û rihê jiyanê têde tê afirandin. Têkîldarî vê yekê jinên Efrînê yên ku koçberî Kantona Şehbayê bûne û di kampan de dijîn dest ji çanda xwezayê bernedane. Li pêşiya her konekî şînkahiyên cuda, kulîlkên cuda û sebzeyên cuda hene. Ev yek rengekî cuda dide kampê. Jinên ku bi şînkahiyê ve mijûl dibin ser xebata xwe yê çandiniyê nêrînên xwe bi me re parvekirin.
 
'Me derdora xwe bi hezkirineke mezin ava kir'
 
Sîhem Henan ji gundê Naza ya navçeya Şera ya Efrînê ye li ser girêdana xwe bi çandiniyê re wiha anî ziman: "Dema ku em koçberê Şehbayê bûn li kampa koçberan bi cih bûn. Wê demê tu şinkayî li derdora me nebû. Ev yek ji bo me nexweş bû. Ji ber ku em hînê şînkahî û xweza bibûn û ji ber ku cihê ku em berê dijiyan wisa bû. Ji bo ku em watedariyê bidin jiyana xwe û xweşiyekê bikin dilê xwe divê em derdora xwe bi hezkirineke mezin ava bikin. Ger ku em birînên koçberiyê û dagirkeriyê di jiyana xwe de biçînin wê demê jiyana me bê watedar dibe. Heya ji me tê em bi bedewiya jiyanê re dibin yek û rihê xwe her bi xwezayê re girêdidin."
 
'Em dikarin bihûştek ava bikin'
 
Emîne Welo ji Efrînê ye diyar kir ku di despêka koçberiyê de derdora me zûha bû, Kampa Serdem mîna her kampekî di Rojavayê Kurdistanê de ji bo koçberan hatibû avakirin û wiha got: "Weke jinên Efrînî em bi çanda xwe yê xwezayî tên nasîn. Me li derdora xwe gul û kulîlk çandin, pêre jî me jiyana xwe domand. Dema derdora mirov şînkahî be mirov dikare kêmbe jî barê xwe sivik bike. Her wisa em hilbêrînên xwe bi cîranên xwe re jî parvedikin. Hemû cureyên şînkahiyê em nasdikin, ji bo wê ne zehmete ku em di nava erdekî zûha de bihûştekê ji xwe re ava bikin. Bi çandiniyê re tevgera mirovan geş dibe."
 
'Em her tim di nava zeviya de bûn...' 
 
Zehîde Xilo ji gundê Cûqê ya Mobeta ya Efrînê ye li ser jiyana kampê wiha axivî: "Di Wargeha Berxwedanê de hebûna gel û têkoşîna wan ji bo afirandina jiyaneke nû nîşaneya serkeftinê ye. Her çiqas em bi têkoşîna xwe re rengekî nû bidin jiyanê wisa em dikarin bijîn. Mirovên ku jiyana xwe bi şînkahiyê dixemlînin dikarin bibin bersiv ji hemû cureyên qirkirinê re, ji ber çandina şînkahiyê bi xwe afirandina jiyaneke nû ye. Jinên Efrînî her di nava zeviyan de xebat dikirin, ji bo wê sebra me bê xweza nayê."