'Bi çêkirina şêraniyê ekla destên dapêrîn xwe bi bîr tînim'

  • 09:05 19 Tebax 2020
  • Jiyan
Hesna Mihemed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Nezîfe Mihemed ku ji tirî û hêjiran gelek cureyên şêraniya kevnar çêdikekevnar çêdike wiha dibêje: "Domandina çanda kevnar a dapîrên me kêfxweşiyekê bi min re çêdike ji ber ku ekla destên wan bi bîr tînim." 
 
Li Kurdistanê Demsala Zivistanê bi kombûna malbatan li derdorê hev tê naskirin û ji bo ku ev kom dema xwe xwestir derbas bikin, jin şêraniyan çêdikin ku destê her yekê ji wan xwedî ekleke cuda ye. Çêkirina Mewij yek ji çanda kevnar a Gelê Kurd e ku di zivistanê de ev mewîj tên xwerin.  Jinên Efrînê jî ku ji warê xwe koçber bûn li Şehbayê vê çanda kevnar didomînin û rojên zivistanê bi ekla destên xwe xweştir dikin. Ji van jinan yek jê jî Nezîfe Mihemed a ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û li navçeya Ehdas a Şehbayê bi cih bûye ye. Nezîfe têkîldarî çêkirina şêraniyên zivistanê ji ajansa me re axivî.
 
'Şêraniyên bi destan tên çêkirin bi fêde ne'
 
Nezîfeyê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser tirî û şêrinayiyên ku jê tên çêkirin û got: "Em di havînê de şêraniyan ji fêkiyan bi destê xwe çêdikin. Cureyên şêraniyên ku em ji tirî çêdikin jî mewij, bastîq û dims e. Herwiha em jî hejîran jî şêraniyê çêdikin. Em tiriyê ku diçinin yê mewîjan dixin nava ava soda û zeyta zeytûnan û piştre datînin ber tavê piştî zûha dibin em kom dikin.  Soda tirî dezefengte dike û nahêle xira bibe, zeyt jî her nerm dihêle û tama mewîjan xweştir dike. Em paşê  paşê wek erzaqê  zivistanê mewîjên xwe hitînin. Her wiha em ji şîreya tirî û guzan  tevli hev dikin û li ber tavê hişk dikin. Piştî ku hişk dibin dibin wekî loqim." 
 
'Em dixwazin vê çandê zindî bihêlin'
 
Nezîfeyê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser hişkirina hêjiran û wiha domand: "Li kêlek çêkirina mewijan em hêjiran jî hişk dikin. Ew jî li ber rojê nêzî 4 rojan tên hişkirin. Hêjîrên hişk ji bo kuxik û sermayê gelek baş in û fêdê li laşê mirovan dikin. Dibe di roja me ya îro de ev çand di nava  civakê de kêm ma be, lê em dixwazin dîsa bi  keda destê xwe  zîndî bihêlin. "
 
'Em çanda kevnar didomînin û fêrî nifşên nû dikin'
 
Nezîfe herî dawî diyar kir ku çkirina cureyên şêraniya zivistanê gelek kevnare û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Çêkirina çanda mewij û hêjîran gelek kevnar e. Dema berê dapîrên me diçûn nav rezan tirî û hêjir kom dikirin û ji bo zivistanê hişk dikirin. Dapîrên me her tiştên pêwist bi keda destên xwe çêdikirin. Em jî wê çandê didomînin û ji nifşên nû re radigihînin. Xwerinên kevnar gelek bi fêde ne. Ji xwarinên ku bi dstan tên çêkirin zû bi zû tu kes nexweş nakeve û ekla wan jî zêde ye."