‘Bê xwezayê sebra min nayê’

  • 09:03 30 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
Ferîde Zade 
 
ŞEHBA - Jina bi navê Necah Qedrû ya ji Kantona Şehbayê ye û xwediyê bexçeyê kulîlkan e, derbarê xebatên xwe yên di nava baxçeyê xwe de wiha got: “Bi êrişên çeyetên DAIŞ’ê keda min a 15 salan a çandina baxçeyên min hat binpêkirin, lê dîsa careke din min ew bexçe zindî kir.”
 
Ya ku jiyanê geş û bi wate dike afirîneriya jinê ye. Jinê her tim hewil daye ku jiyanê bi rengên cuda bixemilîne. Jina bi navê Necah Qedrû a 50 salî ji navçeyê Ehrezê ya Kantona Şehbayê ye xwediyê bexçeyekî mezin a kulîlka ye. Ev 15 sal in tê de kar û xebatê dike. Bi êrişên çeyetên DAIŞ’ê ên li ser navçeya Ehrezê, keda wê hat talankirin. Necahê careke din li bexçeyê xwe vegeriya û ji berê xweştir kir. Bi keda destên xwe hemû cureyên kulîlk û şênkahiyê di bexçeyê wê de heye. Bi jiyanê re di nava xemil û bextewariyê de ye. Têkildarî xebatên çandina bexçe de Necah ji me re ev yek parve kir.  
 
‘Bê xwezayê sebra min nayê’
 
Necahê di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku hezkirina wê ya xwezayê ew ber bi çêkirina bexçeyekî mezin ve bir û wiha got: “Ji ber hezkirina minî zêde ji xwezayê re heye min bi keda destên xwe bexçeyekî rengo rengo ji kulîlkan ava kir. Bê xweza sebra min nayê. Di rewşên herî zehmet de ez bi keda xwe ketim nava tevgerê û bi xwezayê re min rehetiya xwe dît.” 
 
‘Bi êrîşên çeyetên DAIŞ’ê re keda min hat binpêkirin’
 
Necahê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser dema êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser herêmê û  xerakirina bexçeyê wê û wiha domond: “Bi êrîşên çeyetên DAIŞ’ê re keda min a 15 salan a çandin û xemilandina bexçeyê kulîlkan hat binpêkirin, lê dîsa careke din min ew bexçe bi xemla jiyanê hêşîn kiriye. Girêdaneke mezin di navbera min û xwezayê de heye. Di bexçeyê min de hemû darên fêkî û kulîlkên mîna yasmîn, quronful, rîhan û gelek cureyên din jî hene. Bi xwezayê re ez jiyanê heşîn dikim.”
 
‘Ez li bexçeyê xwe miqate me’
 
Necahê di dawiya gotina xwe de bang li hemû jinan kir ku li xwezayê miqate bin û wiha bi dawî kir: “Ez her tim ji xwe re di nava vê bexçeyî de rûdinim û lê miqate me. Her sibeh ez av didim û bi hezkirin lê temaşe dikim. Hêviya min ku hemû jin li xwezayê miqate bin û berhemên destên xwe biparêzin.”