‘Dest ji êrîşa li hember xwezaya me berdin’

  • 09:05 29 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
DÊRSÎM - Li gundê Sorek ê Mazgîrt a Dêrsîmê, jina bi navê Turkan Aslan li dijî talankirina xwezayê li gundê xwe bi jinan re di piştevaniyê de jiyana xwe didomîne. Turkan li dijî kana keviran a li gund tê xwestin bê çêkirin û êrîşên li hember xwezaya Dêrsîmê bi bertek e.
 
Turkan Aslan a 72 salî ya li gundê Sorek a Mazgîrt a Dêrsîmê da zanîn ku jin kedek mezin didin lê keda wan nayê dîtin û got: “Ligel hemû kar, li malê jî li zarokan dinêrin, xwarinê çêdikin her tiştî ew didin ser milê xwe. Êdî her tişt zehmet bûye. tu tişt ne wek berê ye. Wek berê bi hêsanî nayê qezenckirin.Tevî em gelek dixebitin û kedek mezin didin jî pirsgirêka debarê em dijîn. Bi derketina rojê re em radibin dixebitin. Em diçin ser erd, em çandiniyê dikin. Em sewalan xwedî dikin û didoşin. Em tên malê taştê amade dikin. Piştre em diçin bîstan. Her karekî jin dikin. Roja jina wisa derbas dibe. Temenê min jî pêş ketiye. lê ez neçarim bixebitim.”
 
‘Di navbera jinan de piştevanî û alîkarî heye’
 
Turkanê destnîşan kir ku têkiliyên cîrantiyê yên li gund gelek samîmî û xweş in û wiha pê de çû: “Jin bi hev re di piştevaniyê de ne. Bi hev re dem derbas dikin. Cîranên me hemû mirovên baş in. Em bi hev re demê derbas dikin. Em jin ji hev hez dikin. Em alîkariyê didin hev. Ji ber em hev baş fêm dikin.”
 
‘Divê êrîşên li hember xwazaya me bidawî bin’
 
Turkanê bi lêv kir ku di encama îhaleya ji aliyê Wezareta Daristan û Çandiniyê ve hatiye vekirin de biryara qetilkirina 17 pezkuviyan hat dayîn û li ser bertekan biryar hat betalkirin û got: “Em li dijî biryarê gelek bi bertekin. Li gund tê xwestin kana keviran bê çêkirin. Divê ev êrîş bi dawî bin. Di rewşa ev pêk bê de wê xweza û dîroka me tune bibe. Têkoşîna me wê bidome.”
 
‘Ez dixwazim vegerim gundê xwe’
 
Keça Turkanê, Fîlîz Çîftçî jî ya li Stenbolê her havîn tê gundê xwe û wiha got: “Em bêriya gundê xwe dikin. li Stenbolê xweza nemaye. Her alî bûye beton. Mirov nikarin bîhna xwe bigirin. Em li gund kêfxweşin. Xwezaya me xweşe. Em dixwazin vegerin gundê xwe.”