Xaniyên bûn xirbe 14 sal in li bende çareseriyê ne

  • 09:03 17 Tîrmeh 2020
  • Jiyan
Şehrîban Abî
 
QERS - Şêniyên taxa Kaleîçî xaniyên xwe yên bûne xirbe ji ber di qada sît de ye nikarin çêbikin û 14 sale li bende ne ku Wezareta Çand û Turîzmê projeyê bike meriyetê.
 
Taxa Kaleîçî, li Qersê yek ji cihên ku xwedî dîrokeke mezin e û yek ji cihên ku herî zêde tê ziyaretkirinê ye. Ji bo taxa li quntarê kelehê yê, Wezareta Çand û Turîzmê di 2006’an de projeya ‘Parastina avahiyên dîrokî’ plan kir. Beşeke vê taxê ji ber vê di 2014’an de hat valakirin û niha welatî dipên ku ev proje bikeve meriyetê.
 
Welatiyên ku 14 sale xaniyên wan di vê rewşê de ne û nayên tamîrkirin, bi pirsgirêkên av, gaz û gelekên din re rû bi rû ne.
 
‘Şêniyên taxê di nava rewşeke nezelaliyê de ne’
 
Keyayê taxê Şeref Emekçî, got roj bi roj tax vala dibe û wiha got: “Ji 2014’an heta niha ez keya me. Xanî hatin valakirin, tax bi gelek pirsgirêkan re hat rû hev. Bi taybet piştî wek qada sît hat îlankirin şûnde kesî çareserî nedît. Mirov di nezelaliyê de dijîn. Li gorî projeyê jî xanî li gor terza Osmanî tên çêkirin.”
 
Leman Şabanoglu ya li taxê dijî wiha got: “Destav û serşo hatiye asta ku nikare bê bikaranîn. Ger xaniyekî paqij çênakin bila bihêlin em çêbikin. Ji ser xaniyê me av tê. Hewayeke tund û cemidî ya Qersê heye. Em perîşan bûne.”
 
‘Em dixwazin li taxa xwe bijîn’
 
Makbule Baltug a 80 salî jî 50 sale li taxê dijî û wiha pê de çû: "Em dixwazin xaniyên me bên çêkirin."
 
Kîraz Aydin jî bertek nîşan da û got ew di xaniyekî xerabe de dijîn û bi lêv kir ku der barê projeyê de tu agahî ji bo wan nayê dayîn û got: “Em naxwazin di vê nezelaliyê de bijîn. Em dixwazin li taxa xwe bijîn.”