Stenbol terk kir û li Pilûrê bicih bû: Bajar jiyana mirovan têk dibin 2019-01-12 09:08:57   DÊRSÎM - Neşe Kilinç a ji ber şertên giran Stenbol terk kir û li Pilûrê bi cih bû niha kafe vekiriye û wiha got: “Bajar jiyanA mirovan têk dibin. Projeya me jinan heye ku em li Pilûrê serayê ava bikin. Her tişt baş bimeşe em ê bikin meriyatê.”   Pirsgirêkên metropolên mezin bandorê li ser jiyana mirovan dike û welatî ji ber vê yekê berê xwe didin jiyanek aram û xwezayî. Neşe Kilinç a bi salan li Stenbolê jiya diyar kir ku wan nexwestiye li bajaran bijîn û ji 2011’an şûnde vegeriyane Pilûrê û got niha ew pir kêfxweş in.   ‘Piştevaniya jinan li ser piyan girt’   Neşe destnîşan kir ku di 2011’an de hinek pirsgirêk jiyaye û ev tişt bi lêv kir: "Kurê min li Pilûrê bû. Ez vegeriyam cem wî. Min baxçeyê çayê vekir. Di destên me de tu sermaye tune bû. Me ev der vekir. Piştre kurê min zewicî û çû Elmanyayê. Ez tenê mam. Ez bi saya piştevaniya jinan li vir li ser piya mam. Gelek piştgiriya gelê Pilûrê çê bû ji bo min. Piştî demekê min ev kafe vekir."   ‘Bajar jiyana mirovan têk dibin’   Neşeyê daxuyakirin ku niha pirsgirêka aborî najî û ev tişt got: “ Di alî aborî de rewşa min niha baş e. Ez kêfxweş im. Li gorî Stenbolê rewşa me pir baş e. Ez li Stenbolê di pir karî de xebitîm. Herî dawî di fîrma lojîstîk de xebitîm û nexweş ketim. Bajar jiyana mirovan têk dibin.”   ‘Projeya me ya serayê heye’   Neşe bi lêv kir ku jin dikarin ji bin her karî derkevin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ev ferq kir. Li Pilûrê jin ji mêran jîrtirin, çalaktirin. Di koperatîfê de xebatkarên jin hene. Ligel vê em dikarin hinek tiştên kolektîf bikin. Mînak projeya me ya avakirina serayê heye.”