‘Tenûr kevneşopiya jinên Kurd e’ 2018-12-24 09:19:23   Berîtan Canozer   AMED - Fatma Kaya ya li ser tenûrê bi cîranên xwe re nên lê dixe diyar dike ku bi dehan carî hewl dane tenûra wan xera bikin lê destûr nedane û got tenûr kevneşopiya jinên Kurd e.   Yek ji taybetiya herî girîng a nanê tenûrê teze dimîne. Ji ber vê jinên nan lê dixin 20-30 nanî dipijirînin. Hevîrê nanê tenûrê jî taybet tê amadekirin û ji bo hevîr tirş jî bibe demek dirêj disekine. Piştî hevîr tirş dibe, dikin girêk û piştre vedikin, hêkan li rûyê nan didin. Li gorî daxwazê tê amadekirin. Piştre bi tenûrê ve dizeliqînin.   Tevî zehmetiyan dest ji nanê tenûrê bernadin   Jinên nan lê dixin pir zehmetî dikşînin. Du cureyê tenûrê hene. Yek di bin erdê de ye yek jî ser erdê ye. Her du jî rîska wan a xeterê heye. Li Farqînê jina bi navê Fatma Kaya bi lêv kir ku ew nîvê roja xwe ji nanê tenûrê re vediqetînin û got tevî hemû zor û zehmetiyan ew diçin ser tenûrên xwe.   ‘Bi salane em kevneşopiya xwe didomînin’   Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku karekî zehmet e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em tenûrê pê dixin. Piştre em nanê xwe lê dixin. Bi salane em vê kevneşopiyê didomînin. Ez ji dayika xwe hîn bûm. Dayika min jî ji pîra min hîn bûye. Tehma nanê tenûrê pir cuda ye. Yên li derveyê welat dijîn jî li me digerin û dixwazin. Em jin li ser tenûrê tên cem hev û sohbetan jî dikin. Berê bi gelek hincetan hewl dan tenûran xera bikin lê me destûr nedan. Tenûr kevneşopiya jinên Kurd e.”   https://www.youtube.com/watch?v=oYDVgZu8AEA