Sakîne ya koçberî lê hatibû ferzkirin vegerî ser axa xwe 2018-12-22 09:20:42   DÊRSÎM - Sakîne Yildiz a di 1984’an de ji ber polîtîkayên zextê neçar ma ji gundê xwe derkeve, diyar kir ku polîtîkayên wê demê bi ser ketin lê ew dîsa vegeryane gundê xwe û bersiva esas dane. Sakîneyê anî ziman ku ew li dijî kesên ku ew belav kirine vegeryane gundên xwe.    Li Dêrsîmê bi hinceta terorê heta îro gelek zext li welatiyan hatine kirin. Di encama zextên hatin kirin de bi hezaran kes neçar man warê xwe berdin û biçin metropolan. Sakîne Yildiz (Çakke) û malbata wê jî di 1984’an de ji ber zextan koçî Stenbolê kirine. Sakînê bandora polîtîkayên şer ên li ser wê nirxand.   Sakîneyê destnîşan kir ku piştî darbeya 1980’ê şûnde her tim bi ser gundê wan de hatiye girtin û got: “Ez zû zewicîm. Wê demê hevjînê min xwendekarê lîseyê bû. Em neçar man koç bikin. Me her tim çand, ax û baweriya xwe ji zarokên xwe re vegot. Lê dîsa jî li bajarên cuda mezin dibin, çand û ziman baş nizanin.”   ‘Zarokan rastiya xwe veşartin û çûn dibistanê’   Sakînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Zarokên min zehmetî kişandin. Min û hevjînê min jî gelek zehmetî kişand. Zarokan nasnameya xwe vedişartin û diçûn dibistanê. Di 1994’an de dema em li Stenbolê bûn gund hatin valakirin. Hemû xizmên me ji gund hatin derxistin û koçkirin. Kal û pîr neçarî jiyana gurbetê bûn. Bi hesreta axa xwe jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku tiştek tunebû jî bi gotina terorê gund vala kirin.”   ‘Xwestin belav bikin lê em ê dîsa wê têkiliyê dînin’   Sakîneyê di dawiya axaftin xwe de bi lêv kir ku piştî demek dirêj şûnde ‘projeya vegera gundan’ dest pê kiriye û di çarçova vê yekê de biryar dane vegerin gund û wiha dawî lê anî: “Em di 2014’an de vegeriyan gundê xwe. Niha em 6-7 mehan tên gundê xwe dimînin. Em bîstan diçînin. Em bi rez û baxçeyan re mijul dibin. Em xwarina xwe ya zivistanê ji vir dibin. Lê wek berê aramî tune ye. Mirov ji hev dûr ketine. Me çand, perestgeh, pîr û rayberên xwe ji bîr kirine. Yên ev xwestin bi ser ketin. Lê wê ne wisa be. Em ê belav nebin. Em têkiliyan dîsa datînin. Em ê çand û zimanê xwe fêrî zarokên xwe bikin. Ger mirov avê bidin darê wê dar fêkiyê bide.”